Rêvebirên PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kırıcı li Balafirgeha İzmîrê Hatin Girtin

Rêvebirên PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kırıcı li Balafirgeha İzmîrê Hatin Girtin

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen û Endamê Meclîsa PAKê Siraç Kırıcı, roja 22.11.2018an, gava ku ji Almanyayê dihatin Tirkiyeyê, li Balafirgeha İzmîrê hatin girtin.

A+A-

Li gor peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ve ji Rûpela Nû re jî hatî şandin, herdu rêvebirên PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kırıcı, gava ji Elmanyayê vedigeriyan, li balafirgeha Îzmîrê hatin desteserkirin û wisa hat gotin:

"Niha hevalên me li Emniyetê li benda îfadedayînê ne.

Sebeba girtina wan ne diyar e.

Parêzer bi wan re eleqedar dibin. Îro wê wan derxînin pêşberî dozgeran.

Em girtina herdu hevalên xwe şermezar dikin. Divê demildest bêne berdan.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin