Rêveberîya Xweser dest bi dadgehîkirina çekdarên DAIŞê dike

Rêveberîya Xweser dest bi dadgehîkirina çekdarên DAIŞê dike

Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, dest bi dadgehîkirina çekdarên DAIŞê yên hemwelatîyên Sûrîyê kirîye û heta niha hezar û 724 çekdar hatine darizandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Piştî bangewazîya Rêveberîya Xweser a ji bo dadgehîkirina çekdarên DAIŞê û danîna mekanîzmekê ji bo cezakirina wan çekdaran, wê rêveberîyê dest bi darizandina çekdarên DAIŞê yên ku hemwelatîyên Sûrîyê ne, kirîye.

 

Li gorî zanyarîyên ku hatine belavkirin, ji nava 10 hezar çekdarên DAIŞê ku di destê Rêveberîya Xweser de girtî ne, 6 hezar ji wan hemwelatîyên Sûrîyê ne û heta niha jî 1,724 çekdar hatine dadgehîkirin û di derbarê wan de Dadgeha Parastina Gel a Rêveberîya Xweser biryar derxistine.

Ji bo darizandina çekdarên DAIŞê yên biyanî jî, komîteyek ji alîyê Encûmena Giştî ya Dada Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ve hatîye avakirin, da ku li gel welatên peywendîdar mekanîzmekê ji bo darizandina wan çekdaran destnîşan bikin.

Herwiha Rêveberîya Xweser dixwaze çekdarên biyanî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bêne darizandin, lê heta niha ti bersivek ji bo wê daxwazîyê nehatîye dayîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin