
Rejîma Îranê dîsa gule berdan ser kolberên Kurd
Êrîşên Pasdarên Îranê li dijî kolberên Kurd bênavber didomin.
A+A-
Li ser tora civakî hate parvekirin ku doh Supaha Pasdaran a Îranê li devera Tilgever a nêzîkî Ormiyê gule berdan ser kolberan û di encamê de welatiyekî Kurd ê bi navê Efşîn Elî yê 33 salî birîndar bû.
Hat ragihandin ku Efşîn Elî piştî bûyerê rakirine nexweşxaneya Tewrêzê lê rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e û di bin pişkinîna bijîşkan de ye.
Her wiha doh jî Pasdarên Îranê li Serdeştê jî gule berdan ser kolberan û di encama êrîşê de kolberekî Kurd ê bi navê Nasir Omerî yê 29 salî bi giranî birîndar bû. Omerî jî piştî bûyerê bo nexweşxaneya Serdeştê hate veguhastin. Hat gotin rewşa wî ne baş e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin