Raporta KONDAyê: Rêjeya ateîstan zêde bûye, ya oldaran kêm bûye

Raporta KONDAyê: Rêjeya ateîstan zêde bûye, ya oldaran kêm bûye

Kompaniya KONDAyê, raporta guherîna civakê ya 10 salan eşkere kir. Li gor raportê rêjeya ateîstan ji % 1ê gihiştiye ji % 3an û rêjeya oldaran jî ji % 55an daketiye ji % 51ê.

A+A-

Li gor vê raporta ku guherîna di navbera salên 2008-2018an di her qadên civakî de berawird dike, rêjeya xwediyên malan jî ji % 74an daketiye ji % 66an.

Herwiha rêjeya mirovên ki di sala 2008an de gotine 'ez bextewar im' ji % 57an daketiye ji % 51ê.

Li gor raportê, rêjeya mirovên ku xwe wek 'oldar' pênase dikin jî di nav 10 salan de ji % 55an daketiye ji % 51ê. Hejmara mirovên ku xwe wek 'ateîst' pênase dikin 3 qet zêde bûye.

Rêjeya mirovên ku rojiyê digirin jî ji % 77an daketiye ji % 65an.

Daketina herî zêde jî di warê xwendina rojnameyan de xwe daye der. Li gor raportê, di sala 2008an de mirovên ku gotine 'rojnameyan dixwînim' ji % 61 bûye lê ev rêje di nav deh salan de daketiye ji % 26an.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin