Rapora ‘’Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê’’; Çiyayekî xeyalî, mişkekî mirî

Rapora ‘’Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê’’; Çiyayekî xeyalî, mişkekî mirî

.

A+A-

Rapora ku ji alîyê “Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê” ve li Parlamentoya Tirkîyeyê hatibû amadekirin, di civîna dawî ya komisyonê ya roja  18.02.2026an de, bi 47 dengên “erê” yên AK Partî, MHP, CHP, DEM Partî, Partîya Rêya Nû (Yeni Yol Partisi), DSP û HUDA-PARê hate qebûlkirin. EMEP û TÎPê 2 dengên “na” dan û parlamentereke CHPê jî dengê “bêalî” bi kar anî. Rapor bi şêwazê hate qebûlkirin dê pêşkêşî Parlamentoya Tirkîyeyê bête kirin. DEM Partî û HUDA-PARê bi hin şerhan dengê “erê” dan.

Dibe hinek kes ji bo rapora komîsyonê ya ku bi piranîya dengan hate qebûl kirin, bibêjin “çiyayî mişkek za”. Lê belê ji bo vê rapora ku komîsyonê qebûl kirîye û dê pêşkêşî Parlamentoya Tirkîyeyê bike, gotina “çiyayî mişkek za” têra îfadekirina meselê nake. Ji ber ku di ortê de çîyayek jî tune bû. Çiyayekî xeyalî hat avakirin û ji vî çiyayê xeyalî jî bendewarî hatin afirandin.

Em, ji roja ku ev komîsyon hatîye avakirin, ji nirxandin û daxuyanîyên hatine kirin fêm dikin ku ev yek taktîk û pêvajoyeke mijûlkirin û paşguhkirinê ye; me ev yek di her fersendê de anî zimên.

Îro bi vê raporê re bêtir zelal bûye ku projeya “Tirkîyeya Bêteror” ya ku rayedarên Dewleta Tirkîyeyê behs dikin, di rastiyê de projeyeke wusa ye ku hebûna kurdan wekî milet tune tê hesibandin û ew ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk ên kolektîf bêpar tên hiştin. Her weha projeya “Herêma Bêteror” jî projeyeke herêmî ye ku armanca wê kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê ji statuyeke neteweyî, cografî û siyasî bêpar bihêle.

Di rapora ku ji 50 endamên “Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” bi dengên 47 endaman ve hatîye qebûlkirin de; ji xwe  qet behsa mafên kurdan yên li welatê xwe xwerbiêvebirina bi statuyeke neteweyî, cografî û siyasî nayê kirin, berovajîyê vê, maf û azadîyên neteweyî yên herî kêm jî tune hatine hesibandin.

Rapora komîsyonê li ser têgihîştina 'Tirkîyeya bê teror' û pênasekirina pirsgirêkê wekî 'pirsgirêka terorê', hatîye ava kirin. Ev jî di eslê xwe de tê wê wateyê ku meseleya Kurd û Kurdistanê careke din tune tê hesibandin û sîyaseta înkar û asîmîlasyonê ya ku ev 100 sal in tê meşandin dîsa tê berdewam kirin.

Di rapora komîsyonê de, li ser mijarên wekî naskirina nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê (kurdî), di gel tirkî wek zimanê fermî qebûl kirina zimanê kurdî, bi awayekî qanûnî qebûlkirina navên kurdî yên cîh û waran, eşkerekirina cîhê gorên kesayetên neteweyî û dîrokî yên kurdan, ronîkirina cînayetên qesasnediyar (faiîlî meçhûl), azadkirina kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî, demokratîk û sivîl di girtîgehan de ne û betalkirina van hemû dozan, vegera azad ya gerîlayên ku dê çekan deynin, mafê hêviyê, azadî, demokrasi û edaleteke rasteqîn û hwd. de tu pêşnîyar tune ne.

Pêşnîyara pabendbûna bi biryarên DMMEyê (AİHM) û guhertina nisbî ya di tayînkirina qeyûman de, di rastîyê de ji bo rûyê xwe yê nerast, ji derve baş nîşan bide ye. Di zemînekî nekonkret de nivîsandina gotina azadîya ramanê, ji dubarekirina tiştên ku heta îro di destûr û qanûnan de bi “lê belê” û “lê gava” hatine gotin wêdetir tu wateyê nade.

Bêguman pirsgirêk ne tenê di naveroka vê raporê de ye. Dayîna dengê “erê” ya DEM Partî û HUDA-PARê ya bi şerhên piçûk, pirsgirêkek din e û heta bi serê xwe trajediyekê îfade dike. Li şûna ku DEM Partî û HUDA-PAR bi şerh ve dengê 'erê' bidin, diviyabû dengê 'na' (red) bikar bianîna.

 

DEM Partî di şerha xwe ya li ser raporê de dibêje: “Li Tirkîyeyê, divê rêziknameyên sînordar, sepanandin û astengiyên li cîhên giştî  û li rêvebirîyên dewletê de yên li ser mafê zimanê dayikê yê bi milyonan mirovên xwedî ziman û çandên cuda –bi taybetî kurdî– werin rakirin û bi pirzimanîyê re lihevhatinek were pêk anîn.”. Ango, DEM Partî, di şerha xwe de jî qet behsa mafê kurdan yê statuya neteweyî, cografî û siyasî an jî maf û azadiyên wan ên neteweyî û demokratîk yên kolektîf nekirîye. Heta daxwazên herî kêm ên wekî perwerdeya bi zimanê dayikê (perweedeya bi zimanê kurdî) û qebûlkirina kurdî wekî zimanê fermî jî pêşnîyar nekirîye. Divê bête diyarkirin ku di şerha HUDA-PARê de jî têgihîştineke bi vî rengî serdest e.

Di pêvajoyeke ku potansîyela DEM Partiyê jî di nav de bi sed hezaran kurd, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û bibe zimanê fermî daxwazên xwe bilind dikin, çalakîyan li dar dixin de; Rêveberîya DEM Partiyê bi kîjan hincet, ‘hesasiyet’ û ‘mecbûriyetê’ dibe bila bibe, helwest û daxwaza gelê kurd û piştgirîya bi mîlyonan kurdên ku dengê xwe dane wan tune hesibandîye. Di rewşeke weha de dengê ‘erê’ dayîna raporeke bi vî rengî û her weha daxwaza ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û bibe zimanê fermî, di şerha xwe de bi awayekî zelal û eşkere neanîna zimên; nîşan û berhema hişmendîyeke şaş, helwesteke balkêş û trajedîk e ku divê her kurd li ser bifikire.

 

Belê, Rapora “Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê” berdewamîya sîyaset û sepandina “yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek ziman” e ku Dewleta Komara Tirkîyeyê ev zêdeyî 100 sal in dimeşîne. Ev rapor bi temamî raporeke yekane , şoven, li dijî kurdan e ku ji nirxên azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê bêpar e.

Bi minasebeta vê raporê, em careke din bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin: Miletê Kurd tevî hemû siyasetên tunekirin, înkar û asîmîlasyonê yên ku heta îro pê re rû bi rû maye, nehatîye tunekirin û têkoşîna wî ya azadî, neteweyî û demokratîk nehatîye rawestandin. Îro jî bi hevdîtinên ku li pişt derîyên girtî têne meşandin, têkoşîna neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd dê neyê rawestandin. Em dibêjin werin; bi “Heyeteke Temsîlî ya Kurd”  ku bi beşdarîya partîyên sîyasî yên kurdan, sazîyên sivîl û rûsipîyên kurdên ku temsîla nêzîkî 30 mîlyon gelê kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê  dijîn bikin rûnin. Û em bi hev re bernameyên demkurt, demnavîn û demdirêj pêvajoyeke rasteqîn ya aştî û çareserîyê ji bo maf û azadîyên neteweyî û demokratîk ên kurdan bidin destpêkirin.

Em bang li Ocalan, PKK û DEM Partî û derdorên pê re têkildar in jî dikin ku dawî li hevdîtinên li pişt derîyên girtî bînin û rêzê li hestên neteweyî yê miletê Kurd û daxwazên wî yên neteweyî û demokratîk bigrin.

22.02.2026

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin