Ramîn Husên Penahî: Ez ne terorîst im

Ramîn Husên Penahî: Ez ne terorîst im

Aktîvîstê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî li Îranê di zîndanê de tê girtin û dê sibê were darvekirin, peyameke bi vîdyoyî belav kir û ragihand: “Ez ne terorîst im. Aktîvîstekî sivîl im. Ez ji bo azadiya Kurdistaniyan têdikoşim.”

A+A-

Rejîma Îranê biryar e sibê aktîvîstê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî darve bike. Penahî jî peyameke vîdyoyî belav kir û wiha got,

“Silav û rêz. Ez Ramîn Husên Penahî me. Di zîndana Recayîşar de têm girtin.

Ez spasiya herkesekê ku piştgiriya min dike, dikim. Ez aktîvîstekê ji bo azadiya gelê Kurdistanê me. Ez spasdarê gelê Kurdistanê û gelê Îranê me ji bo piştgiriya wan. Ev piştevanî min kêfxweş dike. Ez tometên di derbarê xwe de red dikim. Ez ne terorîst im, aktîvîstekî sivîl im. Ez ji bo azadiya Kurdistaniyan têdikoşim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin