Qeyyûmê Qoserê milkên neguhêzbar ên şaredarîyê bexşandîye Emnîyet û MEBê

Qeyyûmê Qoserê milkên neguhêzbar ên şaredarîyê bexşandîye Emnîyet û MEBê

Derkete holê ku Qeyyûmê Qosera navçeya Mêrdînê, milkên neguhêzbar ên şaredarîyê, bexşandîye Emnîyet û Wezareta Perwerdehîyê.

A+A-

Rêvebirîya Şaredarîya Qoserê ku qeyyûm avêtbûn ser, gelek milkên neguhêzbar ên şaredarîyê bexşandîye MEBê.

Herwiha heman rêvebirîyê tirempêlên şaredarîyê jî bexşandîye Emnîyetê.

Hat gotin, bexşandina van milk û tirempêlên şaredarîyê piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê pêk hatîye ku di encama hilbijartinê de bi rêjeya ji %70ê zêdetir HDPyê Şaredarîya Qoserê bi dest xist.

Hat dîyarkirin ku avahîya Navenda Çandê ya Ciwanan,  Mala Gelî ya Bahçelîevlerê û 2 tirempêlên ku weke serwîsên xebatkaran dihatin bikaranîn bo Wezareta Perwerdehîyê ya Neteweyî (MEB) hatîye bexşandin.

Herwiha derkete holê ku 5 tirempêlên din ên şaredarîyê jî bo Emnîyetê hatîye bexşandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin