
Qeyûm bo şaredarîya Cizîrê hat avêtin
Wezareta Navxwe ya Tirkîyê şaredarê Cizîrê ji kar dûrxist û li şûna wî qeyûm avêt.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Wezareta Navxwe ya Tirkîyê şaredarê Cizîrê ji kar dûrxist û li şûna wî qeyûm avêt.
Îro roja sêşemê 29.19.2019an Wezareta Navxwe ya Tirkîyê şaredarê Cizreya Şirnexê Mehmed Zirig ku ji Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû hilbijartin, ji kar stand û li şûna wî qeymeqamê navçeyê erkdar kir.
Herwiha hikûmeta Tirkîyê berîya niha jî şaredarên Mêrdîn, Wan, Diyarbekir, Bismil Qulp û çend navçeyên din jî ji kar dûr xistibû û li şûna wan qeyûm avêtin. Bi vê bîryarê şaredarîyên HDPê yên ku qeyûm hatine avetin hejmara wan bû 12.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin