PWKyê li Amed, Mêrdîn, Batman û Stenbolê Leyla Qasim Bibîranî

PWKyê li Amed, Mêrdîn, Batman û Stenbolê Leyla Qasim Bibîranî

.

A+A-

PWKyê li Amed, Mêrdîn, Batman û Stenbolê Leyla Qasim Bibîranî

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK),  roja 12.05.2024ê li Amed, Mêrdîn, Batman û Stenbolê Leyla Qasim û hevalên wê bibîranî û roja dayikan pîroz kir.

Jinên kurd li PWK ya Amedê Leyla Qasim bibîranîn, roja dayikan pîroz kirin

Jinên kurd, roja 12ê gulana 2024ê li Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di 50emîn salvegera şehadeta  Leyla Qasim û hevalên wê bibîranîn û roja dayikan pîroz kirin.

Di destpêka çalakîyê de Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di derbarê roja dayikan û şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê kurte axaftinek kir.

Paşê endama komîsyona jinan a PWKyê Rojbîn Bukun daxuyanî PWKyê ya di derbarê şehadeta leyla Qasim û hevalên wê de xwend.

 

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay bi minasebeta roja dayikan gul dîyarîyî  jinan kir.

Gelek jinên kurd û endam û rêvebirên PWKyê jî beşdarî vê çalakîyê bûn.

6-200.jpg

Jinên kurd herweha di berdewamîya çalakîyê de di derbarê rewşa jinan û pêwîstîya hevgirtina wan de sohbeteke berhemdar pêk anîn.

PWKyê li Qoserê di derbarê 50emîn salvegera şehadeta Leyla Qasim de belavok belav kir

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Qada Azadîyê û li Rêya Ruhayê bi minasebeta 50emîn salvegera şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê belavok belav kirin.

Gelê Qoserê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya PWKyîyan kirin.

Li Batmanê Bibîranîna Leyla Qasim

Rêvebirîya Batmanê ya PWKyê  roja 12/05/2024an de li Batmanê saet di 14.00an de li hola PWKyê salvegera Leyla QASIM bir girseyî bibîranîn. Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKyê cih girtin.

Serokê PWKê yê Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Leyla QASIM rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.Pİştî rêzgirtinê, daxuyanîya PWKê ji alî Serokê PWK şaxa Batmanê Aziz Ozdemir ve hat xwendin.

Piştî daxuyanîyê Aziz Özdemirî kurtejîyana Leyla Qasimî xwend.

Şexmus Hemo helbesta Seydayê Gurdilî ya bi navê Xwişka Leyla xwend.

Kurtejîyana Leyla Qasim ji bo li malan bê xwendin û li malan bê bibîranîn bi nivîskî li beşdaran hat belavkirin.

Bîranîn bi temaşekirina belgefilmekî Leyla Qasimî bi dawî .

Li Stenbolê Bibîranîna Leyla Qasim

Nûneratîya Stenbolê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK),  roja 12ê gulana 2024ê, di 50emîn salvegera şehadeta  Leyla Qasim û hevalên wê de çalakîya bibîranînê li dar xist û roja dayikan pîroz kir.

Di destpêka çalakîyê de ji bo leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin. Paşê Endamê Komîteya Birevebir a PWKyê Kasim Ergun di derbarê roja dayikan û şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê kurte axaftinek kir.

Paşê endama komîsyona gêncan a PWKyê Nûrî Bayhan daxuyanî PWKyê ya di derbarê şehadeta leyla Qasim û hevalên wê de xwend.

Nûnerê PWKyê Stenbolê Cengîz Gungor, bi minasebeta roja dayikan gul dîyarîyî  jinan kir.

Nûnerê Tevgera Avakirina Demokratî Kurdşstanî-Surîya Mustafa Evdo jî kurte axaftinek kir.

12.05.2024

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2024-05-12-at-17-27-30-2.jpegwhatsapp-image-2024-05-12-at-17-27-30-3.jpegwhatsapp-image-2024-05-12-at-17-27-30.jpegwhatsapp-image-2024-05-12-at-17-27-30-1.jpegwhatsapp-image-2024-05-12-at-17-27-31.jpegwhatsapp-image-2024-05-12-at-17-27-31-1.jpegwhatsapp-image-2024-05-12-at-17-27-31-2.jpeg15-024.jpgwhatsapp-image-2024-05-12-at-17-28-21.jpeg

4-347.jpg2-478.jpg1-422.jpgwhatsapp-image-2024-05-12-at-20-04-24.jpegwhatsapp-image-2024-05-12-at-20-04-23.jpeg22-013.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin