
PWK : Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî birêzdarî bibîrtînin
.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji bo 77yemîn salvegera darve kirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî peyamek belav kir.
Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî birêzdarî bibîrtînin
Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.
Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.
Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.
Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.
Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.
Em di 77yemîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
31.03.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin