PWK: Em bangî malbatên kurdan dikin ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin!

PWK: Em bangî malbatên kurdan dikin ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin!

.

A+A-

 Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di peyamekê de bang li malbatên kurdan dikin ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin!

Banga PWKê wiha ye;

Em bangî malbatên kurdan dikin ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin!

Mafê perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) mafekî bingehîn, rewa û meşrû yê miletê Kurd e. Dewleta Tirkîyeyê ev 100 sal e ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nekirîye û zimanê kurdî weke zimanekî fermî nehatîye qebûl kirin.Kurdî di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de hîna jî qedexe ye.

Lê belê, herçiqas hemû pêwîstîyên wê ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve nayên bicîh anîn jî, ev e 12 sal e ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di perwerdehiyê de dersên kurdî weke dersên bijarte hatîye danîn.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Dersa Bijarte, ango dersa zimanê kurdî di hemû dibistanan de ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê mafek e û niha dema serlêdanê vî mafî, li dibistanan destpê kiriye û dê heta 12yê sibata 2024ê berdewam bike. Xwendekar divê heta 12yê sibata 2024ê dersên xwe bibijêrin û rêveberîya dibistana xwe di vê derbarê de agahdar bikin.

Divê hemû malbatên kurdan girîngîyê bidin hilbijartina dersa kurdî. Bikaranîna vî mafî weke wazîfeyeke netewî ye jî li ser milên hemû malbatên kurdan.

Zarokên kurdan pêşeroja miletê kurd in. Her kês û firsendeke ku ji bo fêrbûna zimanê kurdî, firsenda hûnandina pêşeroja miletê Kurd e.

Em weke miletê Kurd divê ji alîyekî ve ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zamanê kurdî û fermîkirina zimanê kurdî xebatên xwe bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî divê em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de jî qeyd bikin.

Herweha ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê bê pêk anîn, divê gavên pêwîst bêne avêtin û di vî warî de, em têbikoşin.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bangî malbatên kurdan dikin ku ji bo zarokên we fêrî zimanê dayîka xwe bibin, di nav beşa Ziman û Zaravayên Zindî de zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) hilbijêrin.

04.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

p-021.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin