
Putin: Me ti nîşaneya vekişîna Amerîkî nedît!
Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku wan heta niha ti nîşaneyek nedîtiye ku Amerîka ji Sûriyê vedikişe.
A+A-
Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn di Civîna Çapemeniyê ya Salane de bersiva rojnamevanan dide.
Vladimir Putîn got: "Ez bi giştî hemfikrê Serokê Amerîkayê Donald Trump im ku li hemberî DAIŞê serkeftin hat bidestxistin."
Pûtin derbarê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de wiha got: “Ez bi zelalî nizanim tê çi wateyê, lê Amerîka vaye 17 sal in li Efxanistanê ye. Me heta niha ti nîşaneyek nedîtiye ku Amerîka ji Sûriyê vedikişe.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin