Pûtîn: Em piştgirê danûstandina Kurdan û Hikûmeta Sûriyê ne

Pûtîn: Em piştgirê danûstandina Kurdan û Hikûmeta Sûriyê ne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, modela ku li Efrînê hatiye cîbicîkirin, divê li rojhilatê Firatê jî were cîbicîkirin. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî diyar kir ku ji Şamê û Kurdan daxwaz kiriye ku gotûbêjan bikin.

A+A-

Vladimir Putin di civîna çapemeniyê ya hevbeş de biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê weke erênî bi nav kir û ragihand ku ji hikûmeta Sûriyê û Kurdan daxwaz kiriye li ser mijarên hevbeş gotûbêjan bikin.

 

Recep Tayyip Erdogan piştî ku spasiya Serokê Rûsyayê kir ji ber vê peywendiya dualî, careke din got ku "YPG û PYD grûpên terorîst in û divê ji Sûriyê werin jinavbirin".

 

Erdogan diyar kir ku hevahengiya navbera Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê weke giring dibîne û got ku hevahengî sedema sereke ya seqamgîriyê ye ji bo herêmê.

 

Serokomarê Tirkiyê dibêje ku ti pirsgirêka wan li gel Rûsyayê tine ye li ser ragihandina devera aram li bakurê Sûriyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin