PSK çavkanî ne ji bo kirîna çekan ji bo başkirina xelkê bêne xerckirin

PSK çavkanî ne ji bo kirîna çekan ji bo başkirina xelkê bêne xerckirin

Desteyê Kargerî ya Navendî (DKN) a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK, di 09ê Adarê da civiya û gotubêj li ser xalên rojevê xwe kir û biryar da, ku belavokê jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike:

A+A-

"Qeyrana aboriyê û bahatir bûna tîşt û miştên pêwîst, jiyana bêkaran, çînê hêjar û zahmetkêşan xiraptir kiriye. Bi deh hezaran dukandar deriyê dukanê xwe, bi sedan karsaz ciyê karên xwe daxistine. Hêjmara bêkaran roj bi roj zêdetir dibe.

Hikumeta AK Partî şuna, ku rewşa jiyana gel baştir bike, tedayên xwe li ser dijberên xwe, li ser hêzên demokrat zêdetir dike. Hikumeta AK Partî dixwaze, bi kar û kiryarên ne mirovî ya hêzên evlekarî, bi biryarên dadigehan, ku bi gor dilê hikumatê biryar didin, opozîsyonê bê deng bike.

Bi behaneye “Feto” û “terörê” bi hezaran kes têne girtin û ji kar têne durxistin û kuta wan tê birin.

Hikumeta AK Partî, şuna ku serçaveyên malî bona baş kirina rewşa jiyanê gel xerç bike, bona kirina çek û mîlîtarîze kirina Kurdistanê bi kar tîne û bi vî awayî binbesta tundûtijiyê kûrtir dike.

Herku roja hilbijartina herêmî, ango 31ê Adarê nêzîk dibe, Serokkomar û berpîrsên Tifaqê Cumhur, bi behaneya “hebûn û tunabûna Komara Tirkiye” zimanê tundûtijiyê bi kar tinin. Bi vî awayî hestên netewperestî û sovenîzmê Tirk xurttir dikin. Êrîşê wan li ser hêzên demokrat û tevgera siyasî ya legal a Kurd pirtir dibe.

Alîkî va Serokkomar dibêje, “li Tirkiyê Kurdistan nîne yên ku Kurdistan dixwazin bila herin Iraqa bakurê. Alîkî va jî derheqa partiyên Kurdistanê da doza daxistinê têne tomar kirinê. Hêzên şoven û neteweperestên Tirk ji bê dengî û bê halwestiya hikumeta AK Partî îstîfade dikin û êrîş dikine bo ser avahiyên partiyên hanê û daxwaz ji nasyonalîstên Tirk dikin, ku di vî warê da bi hevra kar û xebatê bikin.

Hêzên evlekariyê, bona pêşî lê greva birçubûne bigrin, der û pencereyên avahiyên partiyan dişkênin, êrîş dikine ser rêvabirên partî û nunerên Parlamentoyê.

Hikumeta Tirkiyê ne tenê li Tirkiyê her usa li aliyên dinê tixuban jî derheqa Kurdan da siyaseta tundutijiyê bi rêva dibe, gefa Kurdan dixwe.

Serokkomarê Erdoxan gelek caran behsa “bona parastina ewlekariya netewî”, “bona pêşî lê girtina damezrandina dewletekê terorê”, behsa encamdanê operasyonên serbazî û dagirkirina navçeyê dike.

Lê belê siyaseta tundutiiyê, ku heya niha hatiye bi rêva birinê, ne tenê pirs û pirsgirêkan çareser nake, her usa aloztir, girjiyê nav civatê û binbesta tundutijiyê kurtir dike.

DKN a PSK carekî dinê banga hikumeta AK partî dike, ku devjê polîtikayên hanê berde û dawî li zordariyê li ser hêzên demokrat bine.

DKN a PSK carekî dinê radigihine, ku pirsa Kurd bi siyaseta dewletê ya salan nayê çareser kirinê û daxwaz ji hikumatê dike, ku dev jê siyaseta tundutijiyê berde û bona, ku rê bona çareseriyê bi diyalog vebe, gavan bavêje.

Hikumeta AK Partî, li Suriyê, derheqa Kurdistanê da dev jê siyaseta êrîşkar û gef xwarinê berde, pêyvendiyeka baş ligel hêzên siyasiyên navçeyê deyne.

DKN a PSK carekî dinê radigihine, ku em li hemberê tomar kirina doza daxistina partiya me û êrîş kirin li ser avahiya partiya me li Manisayê serê xwe naçeminin û em heya axirin nefesê xwe berxwe bidin.

DKN a PSK, êrîşa hêzên ewlekariyê bo ser avahiyên HDP ya bona pêşi lê girtina greva birçibûne û girtina bi rêvabirên partiya hanê, reftarê wan a derheqa nunerên HDP mahkum dike û ji hikumatê dixwazê, ku dev jê siyaseta hanê berde.

DKN a PSK girîniyeka mezîn dide, Tifaqa Welatperwer û Demokrat, ku di bin diruşma “Ne Hendek Ne Qeyum, Em bi Hêvî Ne, Emê Bi Hevra Bi Serkevin” da beşdarê hilbijartina herêmî dike û daxwaz ji hêzên niştimanperwer û demokrat dike, ku piştgiriya tifaqê bikin û bona bi hêzbûn ve geşbûna Tifaqê hewl bidin."

11 Adar 19

Partiya sosyalîst a Kurdistan

Desteyê Kargerî a Navendî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin