Projeya Hikûmetê: 193 girtîgehên nû!

Projeya Hikûmetê: 193 girtîgehên nû!

Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara girtî û mehkuman dê di heyama 5 salan de 193 girtîgehên nû werin avakirin.

A+A-

Wezareta Dadê ya Tirkiyê bersîva pirsa Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek a “di heyama 5 salên vê dawiyê de we dest bi çêkirina çend projeyên girtîgehan kiriye” da.

Wezretê di bersiva xwe de ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 389 girtîgeh hene û dikarin 211 hezar û 838 kesan lixwe bigirin.

Derbarê projeyên nû de jî Wezreta Dadê ya Tirkiyê ragihand: “Ji ber zêdebûna hejmara girtî û mehkuman me plana çêkirina 193 girtîgehan bo heyama 5 salên bê de daniye û niha ji wan 126 têne avakirin û 23 di qonaxa kêmgiriyê de ne, 35 di qonaxa projeyê de ne û 9 jî di qonaxa plandanînê de ne.”

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin