Piştî mirina wî jî dadgeh qanî nebû ku rîska jîndarî hebe

Piştî mirina wî jî dadgeh qanî nebû ku rîska jîndarî hebe

Dadgeha Destûra Bingehîn, piştî mirina girtiyê nexweş Celal Şeker 9 meh şûn de, serlêdana ji bo Şeker nirxand û biryara berdana wî red kir.

A+A-

Girtiyê nexweş ê bi navê Celal Şeker, 3yê Sibatê li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji des da.

Beriya jiyana xwe ji dest bide, parêzerên wî ji bo berdana wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn.

Lê dadgehê 9 meh piştî mirina Şeker serlêdan nirxand û ji bo daxwaza berdana Şeker got: "Ji ber ku serlêdan xwe naspêre delîleke aşkere berdana wî ne mimkun e."

Her wiha dadgehê lêçûnên darizandinê jî li malbata Şeker bar kir.

(MA)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin