Piştî hevdîtina digel 'Tifaqa Kurdistanî' ji HUDA-PARê daxuyanî

Piştî hevdîtina digel 'Tifaqa Kurdistanî' ji HUDA-PARê daxuyanî

Navenda Giştî ya Partiya Doza Azad (Huda-Par) piştî hevdîtina Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu ya bi serokên partiyên ‘Tifaqa Kurdistanî’ re daxuyaniyek weşand.

A+A-

Huda-Parê di daxuyaniya xwe de, serdana serokên 5 partiyên kurdî ya Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu bi bîr xist û li ser hevdîtinên tifaqa hilbijartinê 24ê Hezîranê yên heta niha hatine kirin got, ‘Partiyên namzedên serokomariyê derxistine ji me piştgirî xwestin. Bi ti partiyekê re li gor ku bigihîje encamekê rêkeftineke me çênebû."

Di daxuyaniyê de behsa hevdîtina ‘Tifaqa Kurdistanî-Partiyên Kurdî' ya li avahiya Amedê ya Huda-Parê hat kirin û hat ragihandin ku tifaqa hilbijartinê hatiye axaftin.

Huda-Parê derbarê hevdîtina bi ‘Tifaqa Kurdistanî' re wiha got:

"Îro li ser mijara hilbijartinê hevdîtineke me ya bi 4 partiyên siyasî yên nikarin bikevin hilbijartinê û tevgereke siyasî re çêbû. Derbarê tifaqan de hevdîtineke berhemdar bû. Dibe ev hevdîtinên me berdewam bikin. Qeneeta me ew e ku bingeheke guncaw ya tifaqê heye. Înşellah dê bibe sedema xêran. Hem ji bo me hem jî ji bo partiya me deriyên xêran veke."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin