Pêşnûmeya AKPê bijîşkên KHKyî bi temamî bêkar dihêle!

Pêşnûmeya AKPê bijîşkên KHKyî bi temamî bêkar dihêle!

Pêşnûmeya li ser berîlêgirtina tundîtiyê ya di warê tenduristiyê de ku AKPê pêşkeşî meclîsê kir, heke bibe yasayî, bijîşkên ku bi KHKyan hatibûn îxrackirin nikarin li cihên bi SGKyê re rêkeftî bişixulin.

A+A-

Hate gotin ku di pêşnûmayê de TTBê jî heye ku AKP wê kiriye hedef.

Li ser vê, Yekîtiya Tebîbên Tirk TTBê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê pêşnûmayê da û got: "Êrîşa li dijî bijîşkan vê carê jî ji hikûmetê hat."

AK Partiyê, pêşniyara yasayî ya di derbarê guherînên hin KHKyên li ser tenduristiyê de, pêşkeşî meclîsê kir.

Li gor vê heke ev pêşnûma dê weke yasayê bikeve meriyetê, bijîşkên ku bi KHKyan hatibûn îxrackirin û di derheqê wan da lêpirsîna ewlehiyê hatibû vekirin, dê nikaribin saziyên ku digel SGKyê rêkeftina wan hene, bişixulin.

Li gor xala 5emîn a pêşnûmayê, bijîşkên îxracbûyî tenê dikarin li saziyên ku digel SGKyê rêkeftina wan tune, bixebitin.

Herwiha li gor vê pêşnûmayê, bikaranîna dîplomayên van bijîşkên îxracbûyî, bêyî ku cezayên wan were tekezkirin, dê were astengkirin.

Bijîşken ku di derheqê wan de lêpirsîna ewlehiyê hatiye vekirin jî, heta 2 salan dê nikaribin bişixulin û piştî 2 salan jî tenê bikaribin li saziyên ku rêkeftina wan bi SGKyê re tune be, bişixulin.

Li gor xala 11emîn jî rasterast bi TTBê re têkildar e. Berê bo vekirina muayeneyeke nû, serlêdan li TTBê dihate kirin lê piştî vê, ev ji holê radibe. Heke ev yek bikeve meriyetê, hejmara endamên TTBê dê gelekî dakeve û dahatên wê jî dê kêm bibin.

TTBê ev yek wekek êrîş bi nav kir û got: "Êrîşa li dijî bijîşkan vê carê jî ji hikûmetê hat."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin