Pentagon: Erkê me li Sûriyê hêj bi dawî nebûye

Pentagon: Erkê me li Sûriyê hêj bi dawî nebûye

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagonê) helwesta xwe ya dawiyê di derbarê vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê de eşkere kir û ragihand, hêj erkê wan li Sûriyê bi dawî nehatiye.

A+A-

Berpirsekî mezin di Wezareta Berevaniya Amerîkayê de, ji medyaya wî welatî re ragihandiye, ku hêj jî erkê leşkerî yê Amerîkayê li Sûriyê bi dawî nehatiye, û niha helwesta Amerîka di derbarê rewşa Sûriyê de hatiye guhertin.

 

Ev daxuyaniya nû ya Pentagonê, ku ji zarê berpirsekî pilebilind ê wê wezaretê ve ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, di demekê de ye, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ragihandiye, piştî vekşandina hêzên wan ji Sûriyê, divê garantiya wê yekê hebe, ku Kurd ji aliyê artêşa Tikiyê ve neyên kuştin.

 

Mike Pompeo herwiha tekezî li ser wê yekê kiriye, ku biryara vekişandina hêzên Ameîrka ji Sûriyê mijareke ku qediyaye û dê her were cîbicîkirin, lê destnîşan kiriye, ku pêwîst e piştî vekişîna hêzên Amerîkayê pêkhateyên olî yên Sûriyê  parastî bin û ew ji wê yekê piştrast bin, ku Kurd jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve nayên kuştin.

 

 

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva gotinên Wezîrê Derveyê Amerîkayê Mike Pompeo da, ku gotibû, Waşington dixwaze piştrast be ku Tirkiye li Sûriyê Kurdan nakuje.

 

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand: “Em daxuyaniyên Pompeo yên têkildarî Sûriyê yê di derbarê welatê xwe red dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin