Pentagon: Em ji Sûriyê vedikişin!

Pentagon: Em ji Sûriyê vedikişin!

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûriyê piştrast kir û bêyî ku amaje bi navê hevpeyman û hevbeşan bike ragihand: “Em dê berdewam bin li xebata li gel hevbeş û hevpeymanên xwe.”

A+A-

Berdevkê Pentagonê Dana White bi daxuyaniyekê ragihand: “Hevpeymanan deverên jêr destê DAIŞê azad kirin, lê kampîna dijî DAIŞê hêj bi dawî nebûye.”

 

Dana White eşkere kir: “Me dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye, di heman demê de em xwe ji bo qonaxa duyem a kampîna xwe amade dikin. Lê bi mebesta parastina operasyonên xwe, hûrgiliyên zêdetir eşkere nakin.”

 

White amaje bi wê yekê jî kir ku "em berdewam dibin li xebata li gel hevpeyman û hevbeşên xwe, daku DAIŞ li ku serî hilde, em wan têk bibin".

 

Îro Koşka Spî biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ragihand, ku di şerê dijî DAIŞê de alîkariya YPGê dikir.

 

Rayedarekî Amerîkayê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandiye ku Waşinton li ser bingeha wê biryarê tevdigere ku di peywendiya telefonî ya navbera Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan de li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê biryar hatiye dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin