Pêdiviya Zîhnîyeta Kurdî ya Siyasî bi Guhertinê heye

Pêdiviya Zîhnîyeta Kurdî ya Siyasî bi Guhertinê heye

Shahîn Bekir Soreklî

A+A-

Di jiyanê de guhertin proseyeke grîng e. Şev, roj, serma, germahî, demsalên ji hev cuda hemî shanên guhertinê ne. Heta bi lawiran be, yanên heywanên li ser erdê, carne neçar in xwe ligor rewşa xweristê bidin guherandin. Li dunyayê heywan hene, ku nikaribûne xwe ligor rewşa nû bidin guherandin, nikaribûne xwe “adapteye” mercîn nû yên jiyanê bikin. Lewma ji nav çûne, nemane. Lê hinek lawirên ku dikaribûne xwe ligor mercên nû bidin guherandin mane.  Civatên mirovan jî ta radeyekê weha bûne. Hinek civat neçar bûne ji warekî biçin warekî din û li warê nû xwe ligor rewşê bidin guherandin. Civatine din têk çûne, çimkî nikaribûne di proseya guhertinê de rolgir bin.

 

Mirov bi şêweyeke giştî pirr ji guhertinê hez nakin, lê bixwazin-nexwazin guhertin, carne zû û carne dereng cîh digire. Carne bêyî guhertin, yan xweguherandin, pêşveçûn cîh nagire. Li milê din, guhertin, yan xweguherandin, ne her carê xwediya encamên erênî ye, lê ger encama xweguhertinekê ne baş be, pêdivî dîsa bi xweguherandinê, yan bi guhertina rê heye.

 

Peoseya guhertina cîhana me, civatên wê û mirovên tê de ji hezar-salan û vir ve berdewam e. Guhertin dikare di nav hinek civatan de beza be; di nav hinekên din de ne weqa beza. Lê bi şêweyeke giştî guhertin didomîne. Ger em xusetên civatan û erf û toreyên wan ji sed-salan û vir ve bidin pêş çavan, em ê bibînin ku di her civatê de guhertin hebûne. Endamên civatên almanîziman, bo nimûne, di sedsalên par de bi gellek awayan ji almanîzimanên îroj cuda bûne. Bêguman, şer, siyaset, rewşa ekonomî û bêtarên xweristî jî dikarin bibin sedemên guhertin û guherandinê.

 

Çend nimûneyên guhertinên di nav civatan de cîh girtine bidim:

 

A: Ta salên 1950an; li hinek şûnan ta salên 1960an, li xwendegehan, heta li hinek şûnên giştî, wek sînemayan û xwaringehan amerîkiyên reş nikaribîn biçûna şûnên amerîkiyên spî. Di nav dora 50 salên li dû wan deman de mirovekî ku bavê wî afrîkayîyekî musilman yê ji Kînya bû, Barrack Obama, bû serokê DYA yê û ji sal 2009 ta 2017 serok ma.

 

B: Di navbera dewletên Ewropayê de çendîn ceng û şerên mezin cîh girtine ku bûne sedema bêtarên mezin. Hema di nîvê yekemîn yê sedsala 20emîn de du cengên cîhanî ji Ewropayê bi rê ketin û bûn sedema kujtin, seqetkirin, perîşanî û bêwarbûna bi sedan milyon mirov. Îroj dewletên Ewropayê hewl didine xwe di nav Yeketiya Ewropayî de bikin yek.  Bêyî guhertina zihniyeta siyasî ya mirovan tiştekî weha nikaribî cîh bigirta.

 

Hema di nav 40 salên derbas bûnî de guhertinên mezin di warê siyasî û de li cîhanê cîh girtin. Bo nimûne, dewleteke ku hêzeke super ya cîhanê bû û jimara endamên hêzên wê bi milyonan bû, xwediya hêza atomî bû, Dewleta Yeketiya Sovyêtî, ya ku beşekî mezin ji dewletên cîhanê pê ve rasterast yan ne rasterast girêdayî bû, têk çû û nema heye. Li şûna Yogoslavya îroj dewletên Sirbistanê, Kirwatistanê, Makadonyayê, Boznya-Herzogibnina, Kosovo, Çiyayê Reş û Slovanya hene. Kirlaiya îranê ya bi serdariya malbata Riza pehlewî çû û recîma Komara Îslamî ya Îranê şûna wê girt. Recîma Seddam Husên ya ku şerekî bi salan domandî bi Îranê re kir û beşekî Kurdistanê dagirtibû nema heye. Recîma Qeddafî li Lîbyyayê nema. Buhara E'rebî bi xwe re hêviyên mezin hanîn û bêtarên mezin li dû xwe hîştin.  Li welatên Ereban berê ramanên sosyalîst di nav rewşenbîran de bi rê ketin, lê ramanên neteweperestî, nasyonalîzmê, şûna wan girtin û li dawiya dawiyê îslama tundrê pêlên xwe avêtin ser hemî ramanan; û nuha pêline li dij îslama tundrê, çiqa bi sînor bin jî, xuya dikine. Li milê din, Erebistana Se'ûdî û dewletên Kendavê, yên ku dema bilindbûna pêlên nasyonalîzma e’rebî di tehlûkeya nemanê de bûn, îroj dewletên li cîhanê e'rebî xwedî hêz û xwedî dewlemendî ne û di warê siyasî de serpereşt in. Li herêmên Kurdan jî guhertinên mezin hebûn. Li aliyên binê xetê guhertibên mezin cîh girtin ç bandor li danishtvanên herêmên kurdî kirin. Li bakurê Kurdistanp guhertin hebûn ç li başçr ç rojhilat jî. Di nav 30 salên çûnî de herêma Kurdistanê ya li aliyê Îraqê di tehlûkeya jinavçûnê de bû. Îroj bûye hêviyeke mezin ji bo Kurdan.

 

Ji aliyê teknolojî û zanînî ve pêşveçûn û guhertinên bêhûde mezin cîh girtine û rojane cîh digirin. Bo nimûne, ber bi dawiya sal 1968 dema gihîştim Ewropayê, peywendî-girêdaneke telefonî bi bajarokekî kurdî re wek xewnekê bû. Îroj şivanekî li çolê dikare bi telefona mobîl, telefone her şûna li dunyayê bike, bi deng û bi wêne jî. Mobîlfona biçûk şûna gellek hacetên ku giraniya wan bi kîloyan bû girtiye, wek telefonê, faksê, wênekêşê, kamêra û projektora fîlman, makîneya kasêtan, pîl, makîneyên telegraman, û hacetine din.  Bala xwe bidin guhertina teknolojiya otomobîlan di nav 50 salan de. Nuha ne tenê otomobîlên bi motorên elektrîgê, kehrebayê, şûna motorên bi mazotê û benzînê digirine, lê dirêj nake otomobîlên otonom yên bêyî şofêr dê di kolanan de bin.

 

Nuha em vê pirsa grîng ji xwe bikin: Li hember van guhertinên bêhûde mezin di nav 50 - 60 salan de, gelo siyaseta kurdî, yan em bibêji ”zihniyeta Kurdî ya siyasî,” çiqa hatibe guhertin. Bêguman mirov ji mirovî ferq dike, lê bi şêweyeke giştî, bi dîtina min, guhertin gellekî bi sînor e, yan tenê ji derve de ye, yan li nik gellek kesan bi carekê de tune. Bi pirranî rotîneke ji kilîsjeyên siyasî di nav zihniyetê de cîh girtiye.

Werin em nuha bi sedan sal paş ve biçin û xwe bigihînin sedsala 17an û Ehmedê Xanî, ka derbarê rewşa Kurdan de çi dibêje:

 

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek

Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet


* * * * *


Ez mame di hîkmeta Xwedê da 
Kurmanc di dewleta dinê da!

A ye bi çi wechî mane mehrûm 
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?


* * * * *


Kurmanc ne pir (di) bê kemal in 
Emma yetîm û bê mecal in,

Fîl cumle ne cahil û nezan in 
Belkî sefîl û bê xudan in. 


* * * * *


Ger dê hebûya me jî xudanek 
'Alî-keremek, letîfedanek,

'İlm û huner û kemal û iz'an 
Şi'r û xezel û kîtab û dîwan

Ev cins bibûya li ba wî me'mûl 
Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl,

Min dê 'elema kelamê mewzûn 
'Alî bikira li banê gerdûn.

 

Ev helbest di sedsala 17an de hatiya nivîsandin, pêş bêtir ji 330 salan. Gelo rewşa zihniyeta siyasî ya Kurmancên sal 2019 çiqa ji rewşa di naveroka helbestê de cuda be? Gelo zihniyeta siyasî ya rewşenbîrê Kurd ji aliy[ netewey] ve di nav 330 salan de çiqa hatibe guherandin?

 

Carne rewşa Kurdan ya siyasî kamiyoneke di nav qûmê de ketî u'ksê tîne bîra min. Kamiyon her xwe didêkê û ji tekerên wê dû radibe, lê ji şûna xwe nalive, her di şûna xwe de batanac dike û carne kûrtir dikeve nav qûmê.

 

Em dikarin hezar salên din dijmin riswa bikin û lomeyan li cîhanê, li dewletên mezin, li Ewropa û li dewletên dagirker bikin, lê bûn bêtir ji sed salan em weha dikine û vê zihniyetê encamên erênî yên mezin nedane. Bi sedan sal e Kurd gotina yeketiyê dikine, lê yeketî cîh nagire, çimkî sedemên ne-yekgitinê nahên guhertine. Lewma, pêdiviya Kurdan bi stratêjiyeke nû heye, bi zihniyeteke siyasî ya nû heye. Pêdiviya me bi wê yekê heye ku em motora otomobîla siyasî bikin yeke li gor mercên îroj li holê, ligor rastiya li holê û ligor mentiqê. Pêdiviya siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd, yê Kurmanc bi taybetî bi wê yekê heye ku asoyekî berfireh têxin nav gengesheyên xwe, ku xwe bi rewşa dunyayê, ekonomiyê, perwerdeyê, mijarên çandî, teknolojiyê, zimên, kê√eyên civatî û malbatî, problêmên ciwanan, guherandina zihniyeta neyariyê û mijarên din ve e’leqedar dike, li şûna mijarên rotînî yên îroj ku bêtir yan hizbî, yan sedbarekirina mijarên rojana ne.

 

Rast e, heye ku motora otomobîla siyasî ya hinek dewletan hîn ji ya Kurdan xirabtir be, heye ku hîn motoreke bi komirê be, lê ger em pêşveçûnê bixwazin, divêt em motora xwe ya siyasî berawerde/ muqareneye, motorên civatên pêşkevtî bikin, ne yên di nav dûman û tofanê de. Pêdiviya zihniyeta Kurdan ya siyasî bi motorekê heye ku vî milletî ji nav rêyên tiji bêtar derxe û têxe rêyeke bi aramî, rêyeke xwenasîna durist, xwedîderketina li ziman û çandê; rêyeke ku vî milletî bigihîne armancên erênî.

 

Gelê Kurd ji bo azadiya xwe pirr xwîn daye, bi deh-hezaran ciwanên vî milletî ji bo doza neteweyî, armanc û encam çi bin jî, mirine. Ji ber têkoşîna neteweyî bajarên me wêran bûne, gundên me vala bûne, bi milyonan ji xelkê me bi çolan ketiye, yan reviyane welatên din.  De werin em nuha vê pirsê ji xwe bikin: Li hember vê fîdakarî û têkoşana bi sedan sal, çima ne dewleteke Kurdan heye, ne jî milletê Kurd di nav aramiyê û xweşiyê û bexteweriyê de ye?  Bêguman, em dikarin ligor zihniyeta siyasî ya îroj rewşê şîrove bikin, sedeman analîz bikin, stemklariya dewletên serpereşt raber bikin, bêwûjdaniya cîhanê bi nav bikin, lê ev hemî encaman naguherin.  Yanê dema otomobîlek me negihîne şûna em diçinê, sedem çi bin jî encam her yeke: em negihîştin şûna em diçûnê. Rast e, li hinek şûnan jimereke ji de4stkevtiyan hene, lê çiqa ev gotin li keyfa hinekan nehêt jî van destkevtiyan bêtir bi saya fersendên derveyî û alîkariya aliyên derveyî bûne.

 

Li Australya 26 salan min ji wezareta perwerdeyê re kar dikir. Di xwendina akadêmî ya pêdagojiyê de û di karê rojane de ez rastî zihniyeteke nû hatim. Bo nimûne: Ger şagirtên xwendegehekê çi şaşî û nerindî û tenbelî bikirana jî, pirsa mezin ne ew bû, ka em çi bikin ku wan bidin guherandin, lê ev bû: Gelo em dikarin çi rê û metodên xwe bidin guherandin, da ku xusetên şagirtan bidin guherandin? Bi dîtina min, dem hatiye Kurd jî, yan bi kêmasî rewşenbîr û siyasetmedarên wan, ji xwe bipirsin: Gelo kîjan aliyên nerênî yên zihniyeta Kurdan ya siyasî ji heqê bidestxistina encamên bashtir derneketin? Gelo rêxistinên wan, yan zihniyeta wan ya siyasî, ta çi radeyê her weha berpirsên rewşên trajêdî û bêtaran bûn? Û gelo çi guhertin û guherandin divên, da ku di siberojê de armancên bêtir erênî bi dest kevin?  Çiqa hinek bawer bin ku tawan ne ya aliyê kurdî ye, çiqa sûc ne yê me be jî, dema aliyên em nikarin wan biguherin rêyên xwe bidomînin, em in yên ku neçar in li rêyeke din bigerin, çimkî yên ziyanê dibînin em in; yên siberoja wan di tehlûkeyê de ye em in.

 

Bi dîtina min, zihniyeteke siyasî di me de xwe bi cîh kiriye, ku me bi rotînekê ve qewîn girê dide, bêyî nasîna rastiya li ser erdê. Bo nimûne, em behsa Kurd û Kurdistanê dikin, behsa neteweya kurdî dikin, wekî ku em hemî bi hev re di nav herêmekê de ne û nasên hev in. Em behsa serxwebûnê dikin, û hinek tew bawer in ku ji bo bidestxistina mafan tenê ”Zor zane, devê tifinga mor zane!” Lê hindik in di nav me de yên bi bîr dihînin ku ev bûn bi sedan sal neteweya kurdî neteweyeke beş-beş e. Heta pêş dawiya şerê cîhanî yê 1emîn beşekî yekgirtî yê Kurdistanê nebûye. Aliyekî Kurdistanê di bin desthelatdariya dewleta farisî de bûye û aliyên din, herêmên din, di bin desthelatdariya Dewleta Osmanî de bûne.  Ger em Kurdên îroj bidin pêş çavan û şexsiyeta wan, nasnameya wan û zihniyeta wan ya civatî, perwerdeyî û siyasî analîz bikin, em ê bibînin ku yek zihniyeta mirov bikaribe wek zihniyteke kurdî bi nav bike nema heye. Em dikarin serê xwe têxin nav qûmê û nexwazin rastiya rewshê bibînin, lê bêyî dîtina tevahiya rastiya derheqê xwe de, em ê ne bikaribin bi yek bin, ne jî armancên mezin bi dest xin.  Dema kesek bo 10 salan, bo 12 salan, yan tew bo 20 salan di nev sîstêmna perwederyî û siyasî ya welatekî de mabe, ne munkin e ku bandora wê proseyê negihîştibe wî.  Heta bo Kurdên başûr û yên herêmên binê xetê, ligel ku desthelatdar li her du aliyan E'reb bûne, zihniyeta komelî û ya siyasî ne yek e. Rewsha li herêmên Kurdan jî ne heman rewsh bûye, ne jî nuha heman rewsh e. Bo nimûne, li bashûr ji dehsalan û vir ve perwerdebûna bi zimanê kurdî serbest bûye, ji sal 1991 û vir ve hêzên kurdî li pirraniya herêmên xwe serperesht in. Jê pê ve bandora salên karbidestiya Seddam Husên li zihniyeta Kurdên başûr hîn jî heye. Bi gotineke din, zihniyeta siyasî û cudabûna şexsiyata kesayetî li beşên kurdistanê bi encama proseyeke xelekî ye, wek xelekên zîncîreke ji sedsalan û vir ve di çêkirinê de. Me pêdivî bi zihniyeteke weha heye ku bikaribe hîmên durist ji bo armancên me yên neteweyî deyne û xelekên şkestî dîsa ber bi hev wîne; û armancên weha bêhûde mezin in. Ji bo bicîhkirina wan raman, bername, xebat, siyaseteke durist û demeke dirêj divên.

 

Partiyên Kurdan di gellek waran de nasyonalîzma kurdî û teoriya sosyalîzma sovyêtî li nav hev xistibûn, yan razeke partiyên derveyî û herêmî dikirin. Bêyî ku xwediyên derfetên di dest wan partiyan de bin. Yanê tenê ji derve ve razike wan dikirin. Çiqa zihniyeta siyasî ya kurdî di rewşa îroj de wekî ku bi awayên cudareng be xuya bike jî, bi şêweyeke giştî pêdivî bi hişyariyeke navxweyî ya zûdem heye, da ku em xwe bidin veciniqandin û rastiya rewşa em tê de bibînin. Ji ber van sedeman û gellek sedemên din, pêdivî bi guhertinê heye.

 

Mixabin daxwazeke weha nûbabetî ji Kurdan daxwazeke pirr û pirr mezin e. Ne tenê daxwaz mezin e, lê zû-bi-zû-cîhkirina guherandina zihniyeta siyasî jî gellekî dijwar e. Li milê din, derfet û mîkanîzmeke guherandinê a nuha li pêsh çavan xuya nakine. Bi taybetî ji ber wê yekê dijwar e, çimkî pirraniya Kurdan nikarin bi şêweyeke yekgirtî ji çavkaniyekê bixwînin; çimkî di nav civateke wek ya kurdî de cîhgirtina gengeşeyên ramanî, siyasî dibin, olî dibin, exlaqî dibin, ne rûdaneke adetî ya rojane ye, wekî di nav hinek civatên din de. Naxwazim xwe li vir têxim nav gerreka analîzkirina partiyên Kurdan û zihniyeta wan ya siyasî, yan hewl bidim rastî û nerastiya rê û rêçikên wan raber bikim, lê dixwazim aşkere bikim, ku ev pêşniyazî ne hewldaneke biçûkkirina rola partiyan û rêxistinan e. Em bixwazin-nexwazin emên xwe bi siyaseta kurdî ve mijûl dikin, qe nebe ta radeyekê, em berhemên xebat û têkoşana wan partiyan in. Kesek nikare fîdakariya bi hezaran têkoşerên wan rêxistinan înkar bike. Rast be, ne rast be, wan bi pirranî bi mebesteke neteweyî û ligor zanîn û rewşa xwe têkoşînek bi rê ve birine, ligel hemî şaşî û gendeliya carne hebûne jî.

 

Dixwazim li vir vê jî ashkere bikim. Naveroka vê gotarê wê wateyê nade ku di nav Kurdan de kesên haydare vê mijarê ne nahên dîtin. Bi hezaran rewshenbîrên Kurd dizanin ku pêdivî bi guhertina zihniyeta siyasî heye, û ez yek ji wan im.

 

Heye ku em bikaribin pêdiviya bi zihniyeteke siyasî ya nû wek 2yemîn bizava vejandina hestên neteweyî bi nav bikin. Bizava yekemîn bêtr millî bû, bêtir nasyonalîst bû. Tê de peyvên wek ”azadî, serxwebûn, têkoşîn, şerê dijmin, bijî, bimre, xayîn, welatparêz…” û peyvên wek wan peyvên rojan e bûn. Ez bi hêvî me ku zihniyeta nû bêtir bi prensîpên weha re be: xwenasîna şexsî, nasîna rewşa Kurd û Kurdistanê ya rasteqîne, xwedîderketineke kûrtir û berfirehtir li ziman û çanda kurdî, guherandina xusetê hevrikiya hindirî, dûrketina ji mirîdiya bi çavên girtî, dawîdana hevriswakirinê, dûrketina ji zihniyeta sherûdetiyê û arodetiyê…” Bi dîtineke din, zihniyeta siyasî ya nû divêt bêtir ramyarî be, li ser hîmê zanînê û peyvê be, xwe bi ruhê kurdbûnê ve girê bide, ji propagandaya pizotî dûr be, li shûna mêjîshushtinê, badana endamên nifshê nû ber bi zanînê, perwerdeyê, fêhmkirina cîhanê û jiyanê, da ku li şûna wêneya teng û biçûk wêneya mezin bibînin.

 

Lê ji bo guherandina zihniyetan û perwerdekirina civatan zanîn divêt, derfet divên, mentiq û dîtina asoyê fireh divên. Dema Japon li dû sherê cîhanî yê 2yemîn tar û mar bû û zihniyeta siyasî ya teng û hişk welat li dawiya dawiyê bi çongan xist ser erdê, baqilên japoniyan pêdivî bi guherandina wê zihniyetê dîtin, lê dizanibûn ku hêvî di nifşê nû de ye û ji bo vêxistina çiraya hêviyê û birêxistina zihniyetê pêş her tiştî mamosteyên hêja divabûn. Lewma perwedekirina mamosteyan û nerxdana bo wan û zanîna wan bûn armanca yekemîn ya Japona nû. Mixabin beşbeşbûna Kurdan û welatê wan rewşa wan û dewleteke wek Japonê ji hev cuda dikin. Lê bivêt-nevêt pêdiviya Kurdan bi nifşekî nû ji mamosteyan, siyasetmedaran, rojnamevanan, rewşenbîran û niştimanperweran heye ku li nik wan derfeta dîtina wêneya mezin heye, meraqa li guhertinê û xweguherandinê heye, bi hêviya bicîhkirina zihniyeteke siyasî ya nû di serê nifşên nû de, zihniyeteke ku bikaribe me ji me chêtir bike û encamên baştir bi dest Kurdan xîne, li her şûna ew lê.  A nuha her yek ji me dikare ji xwe, ji malbata xwe û ji civata xwe dest pê bike û vê mijarê bike yeke ji bo gengeshekirinê, bo munaqeshekirinê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin