PDK û YNKyê li ser 3 xalan li hev kir: Parêzgarê Kerkûkê dê Kurd be

PDK û YNKyê li ser 3 xalan li hev kir: Parêzgarê Kerkûkê dê Kurd be

,

A+A-

 PDK û YNKyê li ser sê xalên sereke li hev kir ku yek ji wan jî destnîşankirina parêzgarê Kurd ê Kerkûkê ye.

Şandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Dabeşana Silêmaniyê civiyan.

Di şandeya PDKyê de Berpirsê Rêveberiya Polîtburoyê Fazil Mîranî, berdevkê partiyê Mehmûd Mihemed, Azad Berwarî, Cafer Emînkî û Elî Huseyîn cih girt.

Şandeya PDKyê li Silêmaniyê ji aliyê Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Serokê Rêxistina Kerkûkê ya YNKyê Aso Mamend û Berdevkê YNKyê Sadî Ehmed Pîre ve hat pêşwazîkirin.

Her du partiyan piştî hilbijartinên herêmî yên 18ê Kanûna Pêşînê yên li Kerkûk, Mûsil û parêzgehên Îraqê cara yekem e civîneke bilind li dar xist.

Di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de YNKyê li Kerkûkê 5 kursî û PDKyê jî 2 kursî bi dest xistin.

Li Mûsilê PDKyê 4 kursî û YNKyê jî 2 kursî bi dest xistin.

Her du partiyan piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniya hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de hat gotin:

“Di civînê de piştî nirxandin û guftûgokirina rewşa siyasî û aborî ya herêmê û pirsgirêkên neçareserkirî yên bi hikûmeta federal re bi giştî û budçe, debara jiyanê û mûçeyên karmendan bi taybetî û hilbijartinên encûmenên parêzgehan bi berçavgirtina berjewendiyên bilind ên neteweyî û niştimanî li ser 3 xalan lihevhatinek hat kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, PDK û YNKyê li ser 3 xalan li hev kiriye:

“Her du alî di vê qonaxê de ji bo berjewendiya welatiyên parêzgeha Kerkûkê li hev kir, divê parêzgarekî Kurd ji bo xizmeta xelkê bajêr û bajarokan were destnîşankirin.

Her du alî hevdeng bûn ku erkê YNK, PDK û hemû aliyên Kurdistanî ye ku desthilata herêmê û destkeftên şoreş, têkoşîn û xwîna şehîdên Kurdistanê biparêzin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên herêmê bi hikûmeta federal re di asteke bilind de, divê her du alî hewla çareserkirina pirsgirêkan bi giştî û jiyan, xizmetguzarî, budce û mûçeyên karmendan bidin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin