PDK-T: Em xwe ji lihevkirina digel HDPê vedikişînin

PDK-T: Em xwe ji lihevkirina digel HDPê vedikişînin

Rêvebiriya Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) bi daxuyaniyekê rexne li Serokê Partiya xwe û HDPê kir û ragihand ku ew xwe ji tifaqa digel HDPê vedikişînin.

A+A-

Di daxuyaniyê de rêvebiriya PDK-Tê rexne li Serokê Giştî yê partiya xwe Mehmet Emin Kardaş kir û got piştî biryara partiya wan li ser alîkariya HDPê di hilbijartinê de bikin, serokê partiyê guh nedaye biryara meclîsa PDK-Tê û meclîs û rêvebiriyê li derveyî guftûgoyan hiştîye û namzetên şaredariyan û lîsteya meclîsên şaredariyan li gor kêfa xwe, kur û merivên xwe dane pêş. Lêbelê rêvebiriya PDK-Tê ti caran erka xwe nedayê Kardaşî.

Di heman demê de di daxuyaniyê de rexne li HDPê jî hat kirin ku ev yek li hesabê HDPê jî hatiye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Ji ber van sedeman jî em xwe ji hevkariya hilbijartinên heremî ku HDP, partî û komikên din lihevkirine vedikişînin. Em ne bi vê lihevkirinê re ne. Em vê lihevkirina ku hatiyê ragîhandin napejirînin û endamê PDK-T yê, aligir û dilxwazên partîyê serbest dihelin. Bila her kes jî li gora pîvanên xwe yên exlaqî, li gora berjewendiyê welatê xwe û wijdanê sîyasetê dengê xwe bide.

Daxuyaniya ji alîyê PDK-Tê ve hat belavkirin ev e:

"Roja bîst û pêncê Sibatê 2019 (25 02 2019) li Diyarbekirê Rêvebirîya Partîya Demokrata Kurdistana -Tirkiyê civîna xwe lidarxist. Di vê civînê de rêvebirîya PDK-T rewşa dawî ya hilbijartinên heremî niqaş kir û biryar da ku dîtinên xwe bi raya giştî re parvebikin;

-Tê zanîn ku di dema tifaq û hevkarî di nava partî û rêxistinên Kurdan de hatin nîqaş kirin, Meclîsa Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiyê biryar da ku li gel HDP hevkarîya hilbijartina heremî destpê bike. Ji bona karûbarên hilbijartina heremî Meclîsa Partiyê erka xwe dewrî rêvebirîya kir. Li gora destûr û biryara Meclîsa Partiyê rêvebirî bibû berpirsê karûbarên hilbijartinên heremî. Ev biryar di deftera biryardana partîyê de jî hatiyê nivîsandin û endamên meclisê imze kirine. Ango ev biryar xwediyê statuyeke huquqî û destûrîye û divabû hemû karê partiyê yên hilbijartinên heremî jî li gora vê biryarê birêve biçûna.

-Lê piştî vê biryarê û pêvajoya guftûgoyên siyasî Serokê PDK-T guh neda biryara Meclîsa Partîya xwe, rêvebirî li derveyî guftûgoyan hişt û li gora serê xwe tevger kir. Namzet, cîh û lîsta encûmenan li gora kêfa xwe amadekirin. Ev helwest heta nûha di nava rêvebirîyê de qet nehatiye qebûl kirin. Rêvebirîyê tucara erka xwe dewrî Mehmet Emîn Kardaş nekiriye. Di vê pêvajoyê de Serokê Partiyê ajandayekî li gora kesayetîya xwe meşandiye. Mehmed Emin Kardaş weke serokê partiyê tevger nekiriye. Bazarên malbatî û şexsî kirine. Ji bona namzetiyên hinek deveran kurên xwe û merivên xwe dane pêş. Em vê helwestê exlaqî nabînin û endamên rêvebirîyê gelek caran delegasyona HDP bi rêya dostan haydar kir lê belê tu encamên şênber derneketin holê. Ji rewşa ku îro derketiye holê him Mehmet Emin Kardaş û him jî deleyasyona HDPê berpirsin. Wusa xuyadike ku ev helwesta Mehmet Emîn Kardaş baş jî li hesabê HDP dihat.

-Di civaka Kurdan de hemû kes dizane ku PDK li seranserê welat xwediyê rûmet û praktîkêk bi nav û deng e. Me dixwest ku li gora giranî û rûmeta partiya xwe temsîlîyeteke bidest bixînin. Lê di destpêka hevdîtinan de tu cih û temsilîyeta ku me ji delegasyona HDP xwestibûn nehatin cîh. HDP partiya me weke komeleyeke ji rêzê nirxand. Li gora giranî û rûmeta PDK hinek daxwazên me ji HDP hebûn. Lê ji ber helwesta Mehmet Emîn Kardaş îro encameke gelekî lawaz derketiye holê. HDP her tişt li gora berjewendî û daxwazên xwe meşand û bi qasî Mehmet Emîn Kardaş ew jî berpirsê vî encamî ne. Em dibêjin; bîla HDP û Mehmet Emîn Kardaş li hevdû pîroz bin, lê em lihevkirina wana qet qebûl nakin. Em ji partî û komikên ku ev hevkarî bi hev re kirine rica dikin ku navê PDK-T bikar neyînin. Di daxuyanî û lihevkirinan de tenê navê Mehmet Emîn Kardaş, meriv û kurên wi werin nivîsandin baştır dibe. Ji hêla exlaqî û siyasî de ya rastî jî ev e.

-Heta nûha em ji derdoran dibihîzin ku di van lihevkirinan de bêhnên genî, lewitandin, kirin û firotana postan derketiye holê. Demokrasî û kultura siyasetê binpê bûye. Em weke rêvebirî bi xwe neketin nava tu bazarên derveyî exlaqî. Tiştê ku hatiyê kirin û îro jî derketiyê holê Mehmet Emîn Kardaş û kurê xwe bi hevdû re kirine. HDP namzetên ku Mehmet Emîn Kardaş nîşandabûn veto dike lê Mehmet Emîn Kardaş hîna ji guftogoyan berdewam dike! Em weke Rêvebiriya PDK-T ne berpirsên vi encamê ku derketiye holê ne. Em di vê pêvajoyê de xwedî li rûmet û destûra partiya xwe derketine. Me xwest ku partiya me bi serbilindî vê pêvajoyê bi dawî bine û rûmeta siyaseta demokratîk biparêze. Lê encamê ku derketiyê holê, ne di berjewendiya demokrasî, rûmet, hevkarî û hevbeşiya tevgera Kurdan de ye.

-Ji ber van sedeman jî em xwe ji hevkariya hilbijartinên heremî ku HDP, partî û komikên din lihevkirine vedikişînin. Em ne bi vê lihevkirinê re ne. Em vê lihevkirina ku hatiyê ragîhandin napejirînin û endamê PDK-T yê, aligir û dilxwazên partîyê serbest dihelin. Bila her kes jî li gora pîvanên xwe yên exlaqî, li gora berjewendiyê welatê xwe û wijdanê sîyasetê dengê xwe bide.

Silav û rêz.

PARTİYA DEMOKRATA KURDİSTANA-TIRKÎYÊ

Rêvebirî. 25 02 2019 Diyarbekir."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin