PDK-S daxwaz kir hikûmeta veguhêz li Sûriyê ava bibe

PDK-S daxwaz kir hikûmeta veguhêz li Sûriyê ava bibe

Berpirsekî PDK-Sê daxwaz dike, ku hikûmeteke veguhêz li Sûriyê bê damezirandin, daku proseya siyasî li wî welatî dest pê bike û xelkê Sûriyê ji vê rewşa zehmet rizgar bibin.

A+A-

Li bajarê Qamişlo, çend berpirsên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S), ku cihê xwe di nav Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) de digire, bi hev re civiyan.

 

Di vê civînê de serkirdeyên PDK-Sê li ser rewşa herî dawiyê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û geşedanên ku rûdidin, gotûbêj kirin û rewşa heyî nirxandin.

 

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafih Ebdullah ku beşdarî vê civîna li Qamişlo bûbû, behsa hewlên bo pêkanîna komîteya destûrî ya Sûriyê kir.

 

Nafih Ebdullah tekezî li ser giringiya avakirina komîteya destûra nû ya Sûriyê kir, ku nûnerên ENKSê jî têde beşdar in û got: “Bi rêya destûreke nû dê gelek pirsên asê li Sûriyê bêne çareserkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin