PDK: Em nikarin zêde li benda YNKê bimînin

PDK: Em nikarin zêde li benda YNKê bimînin

Berpirsekî PDKê dibêje, PDK nikare zêde li benda YNKê bimîne ji ber wê jî dê hikûmetê pêk bîne.

A+A-

Hatibû ragihandin ku dê hevdîtinên ji bo kabîneya nû piştî betlaneya sersalê destpê bikin.

PDK di gera çaremîn ya danûstandinên bi YNK û Tevgera Goranê re de, hêvî dike ku di zûtirin demê de hikûmeta nû ava bike, lê bi taybet YNK ku postên zêde dixwaze avakirina hikûmeta Kurdistanê dereng dixe.

Ji ber vê jî berpirsên PDKê dibêjin, ew nikarin li benda YNKê bimînin û ew dê bi Goranê re danûstandinên xwe zêde bikin û lezê bidin avakirina hikûmeta Kurdistanê.

YNK dixwaze hem postên Bexdayê, hem jî rewşa Kerkûkê û hikûmeta Kurdistanê bi hev re werin gotûbêjkirin ku PDK vê qebûl nake.

PDK dibêje, ew êdî li benda YNK û ti partiyeke din namînin û ew dê hikûmeta nû pêk bînin.

(basnews/peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin