Partîyên Rojhilatê Kurdistanê konferansa li New Yorkê boykot kirin

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê konferansa li New Yorkê boykot kirin

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, ku ew beşdarîyê di konferansa opozisyona Îranê de nakin, ku biryar e sibe Sêşemê li bajarê New Yorkê bê lidarxistin.

A+A-

Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê ku partîyên serekî yên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet alîyên Demokrat û Komeleyê li xwe digire, di daxuyanîyekê de ragihand, ku ew civîna opozisyona Îranê ya li New Yorkê boykot dikin.

 

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, piştî nirxandinên hemû alîyan, biryar hate dayîn, ku ew beşdarîyê di konferansa bi navê Îrana Paşerojê de nekin, ku dê li New Yorkê bê sazkirin.

 

Derbarê sedema beşdarînekirina partîyên Rojhilatê Kurdistanê di konferansa New Yorkê de, Berpirsê Şanda Komeleya Şoreşgêran, û Berdevkê Navenda Hevkarîyê ya Partrîyên Kurdistana Îranê, Salih Şerîfî ragihand, “pêgeha Kurd di konferansê de nehatîye berçavgirtin.”

 

Salih Şerîfî got, “tevgera Kurd di nava opozisyona Îranê de giranîya xwe heye û bi wê giranî û pêgeha xwe beşdarî di civîn û konferansan de dikin”, lê belê di konferansa New Yorkê de, “rêzbendîya bernameyê û cih û pêgeha Kurd bi awayekî zelal xuya nebû.”

 

Bi gotina Şerîfî, ji wan re bi awayekî temam zelal nebû ku ew “ji alîyê kê ve hatine vexwandin û herwiha ew yek jî nehatibû dîyarkirin, ku kîjan alî beşdarîyê di konferansê de dikin.”

 

Berdevkê Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê herwiha tekez kir, hemû alîyên opozisyona Komara Îslamîya Îranê di konferansa New Yorkê de amade nabin.

 

Çend meh berî niha, ji alîyê komîteyekî amadekar ve partîyên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo beşdarîya di konferanseke li New Yorkê de hatibûn vexwandin.

 

ekran-goruntusu-3495.png

 

Li gor zanyarîyên Rûdawê, konferansa li New Yorkê bêtir kombûneke nerazîbûnê ya li dijî Komara Îslamîya Îranê ye û di roja pêşkêşkirina gotara Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî de tê lidarxistin.

 

Herwiha li gor zanyarîyan, Rêxistina Mucahidînê Xelq, rêkxerê serekî yê wê kombûnê ye û dê bêtir dirûşm û sembolên vê rêxistinê pê ve diyar bibe.

 

Pêştir hatibû belavkirin, ku saziyeke ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê, ew konferans organize kirîye, lê belê li gor lidûvçûnên Rûdawê, ew konferans ji alîyê ti dezgeheke fermî ya nehatîye organîzekirin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin