Parlemana Tirkiyê rakirina rewşa awerte gotûbêj dike

Parlemana Tirkiyê rakirina rewşa awerte gotûbêj dike

Parlamena Tirkiyê ji bo ku hin xalên biryara rewşa awerte li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji holê rake, îro dicive.

A+A-

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê piştî hewildana darbeya Leşkerî ya 15ê Tirmehê rewşa awerte ragihandibû û ev biryar di Parlamenê de jî hatibû erê kirin.


Li ser pêşniyara Partiya Gel ya Komarî (CHP) dê ji bo betalkirina 5 xalên biryarên rewşa awerte Parlamenê dicive.


Di nav babeta gotûbêjan de pirsên perwerde, pasaport, binçavkirina 30 rojî, pêwendiyên parêzer û zîndaniyan, hin erkên serokomar û babetên dadweriyê cîh digrin.


Biryarên rewşa awerte bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê tên bicîhkirin û ji aliyê oposizyonê ve wek binpêkirinên mafê mirovan tên rexnekirin.

S. B 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin