
Parlamentoya Swêdê biryara piştevaniya Pêşmerge pesend kir
Parlamentoya Swêdê biryara dirêjkirina dema mayîna şêwirmendên leşkerî li Kurdistan û Iraqê pesend kir.
A+A-
Li gor medya Swêdê, pêşniyar qanûna dirêjkirina mohleta mayîna şêwirmendên leşkerî yên Swêdî li Kurdistan û Iraqê heta 19ê Kanûna 2019an hat dirêjkirin.
Di çarçoveya şerê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, 220 şêwirmendên leşkerî yên Swêd ji bo rahênana hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî li Kurdistan û Iraqê dimînin.
Şêwirmendên leşkerî yên Swêdî li gor biryara parlamentoyê dê heta saleke din erkên xwe yên piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin