Parlamentoya Kurdistanê li dijî madeya 16ê doz vekir.

Parlamentoya Kurdistanê li dijî madeya 16ê doz vekir.

Parlamentoya Kurdistanê li Ddageha Bilind a Federal a Iraqê, li dijî madeya 16 a Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan doz vekir.

A+A-

Parlamentoya Kurdistanê li Ddageha Bilind a Federal a Iraqê, li dijî madeya 16 a Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan doz vekir.

Doz ji aliyê Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ya parlamentoyê ve hatiye tomarkirin, û di derbarê madeya 16 a Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan de ye.

Li gor madeya 16 a sererastkirina Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê, di roja lidarxistina hilbijartinan de, dive her kes li nav sînorê parêzgeha xwe be.

Ji ber vê madeyê, hejmareke mezin a awareyan ku nikarin di dema hilbijartinan de vegerin parêzgehên xwe, ji proseya hilbijartinan û mafê xwe yê dengdanê bêpar dibin.

Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê, Cuwan Yûnis ji Rûdawê re da xuyakirin, ku wan li Dadgeha Federalî dozek li ser madeya 16 a yasaya sererastkirî ya hilbijartinên encûmenên parêzgehan tomar kiriye.

Cuwan Yûnis got, eger li gor madeya 16 be, divê her kes li parêzgeha xwe deng bide, ew jî xerab e ji ber ku aware nikarin vegerin û ji dengdanê bêpar dibin.

Cuwan Yûnis tekez kir: “Eger ev made neyê hilweşandin, dê ji bo Kurd zirareke mezin hebe û li hinek navçeyan dê bibe sedema guherîna demografiya navçeyê. Ji bilî ku ji bo Kurdan zirareke mezin e, hevdem li dijî çend xalên destûra hertimî ya Iraqê ye jî, lewma me daxwaza hilweşandina vê kiriye.”

Parlamentoya Iraqê berî demekê, pêdeçûn bi Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan kir û li gor wê pêdeçûnê biryar e di roja 1ê Nîsana 2020an de hilbijartinên encûmenên parêzgehan li Iraqê bên lidarxistin.

Li gor heman yasayê, dê li parêzgeha Kerkûkê jî, ku cihê herî giring ê nakok di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ye, bê lidarxistin. Lê belê ew hilbijartin li parêzgehên Herêma Kurdistanê nayên pêkanîn.

Parêzerê Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Kurdistanê, Sîrwan Herkî jî ji Rûdawê re ragihand, ku di wê yasaya hilbijartinan de “çendîn binpêkariyên destûrî” hene, ku ne tenê zirarê digihînin xelkê Kurdistanê, lê belê zirarê digihînin xelkê Iraqê jî.

Sîrwan Herkî diyar kir, “çend têkstên ku di civîna parlamentoyê de deng li ser hatiye dan, neyasayî ne û ne ew têkst bûne ku berê rêkeftin li ser wan hatibû kirin.”

Bi gotina Sîrwan Herkî, “sedemên derxistina wan madeyan jî sedemên siyasî ne, ne yasayî” û destnîşan kir, “parlamentoya Iraqê dive bi çavekî li hemû pêkhateyên Iraqê binêre.”

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin