Parlamentoya Iraqê destjikarberdana Adil Ebdulmehdî pesend kir

Parlamentoya Iraqê destjikarberdana Adil Ebdulmehdî pesend kir

Parlamentoya Iraqê destjikarberdana Adil Ebdulmehdî pesend kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Iraqê îro piştî nîvro kom bû û di wê rûniştinê de dengdan li ser biryara destjikarberdana Serokwezîrê wî welatî Adil Ebdulmehdî hat kirin.

Di encam de bi piranîya dengan biryara destjikarberdana Adil Ebdulmehdî pesend kir. Parlamentoya Iraqê daxwazê ji Serokomar Berhem Salih dike ku berbijêrekî bo postê serokwezîrîyê dîyar bike.

Peyamnêrê Rûdawê Mistefa Goran ragihand ku 241 parlamenter di kombûna îro ya parlamentoya Iraqê de amade bûn û li gor madeya 75 a destûra wî welatî, biryara destjikarberdana serokwezîrê Iraqê pesend kir.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, li gor madeya 76 a destûrê daxwaz ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir ku kesekî din bo postê serokwezîrîyê berbijêr bike.

Li Bexda û piranîya wan jê Şîenişîn li parêagehên din ên Iraqê xwepêşandan berdewam in û heta niha nêzikî 500 kes hatine kuştin û nêzikî 17 hezar kes jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî piştî gotara rêberê Şîeyên Iraqê Ayeteullah Elî Sîstanî ya roja Înê, biryara ya destjikarberdanê ragihandibû û dîyar kiribû, “Ji bo ku Iraq nekeve nav şer, alozî û zehmetîyan, ez destjikarberdana xwe pêşkêş dikim.”

Elî Sîstanî di wê gotara xwe de daxwaz ji parlamanetoya Iraqê kiribû, “lezê bike bo pesendkirina zincîreyek yasayên taybet bi hilbijartinan ku bi razîbûna gel be, daku amadekarî bê kirin bo encamdana hilbijartineke azad û paqij.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin