Parlamenterê HDPê Garo Paylan rastî bertekên Kurdan hat!

Parlamenterê HDPê Garo Paylan rastî bertekên Kurdan hat!

Parlamenterê HDP yê Amedê Garo Paylanî, li ser twîta Trumpî ku gotibû heke Tirkiye êrîşî Kurdan bike ew ê aboriya Tirkiyê birûxîne, rexne kir û got: "Ez gefên Trumpî şermezar dikim" û rastî bertekên Kurdan hat.

A+A-

Beriya çend rojan Serokê Amerîkayê Donald Trumpî li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandibû ku heke Tirkiyê êrîşî Kurdan bike ez ê aboriya Tirkiyê birûxînim.

Li ser vê yekê Parlamenterê Amedê HDPê di axaftina xwe ya di civîna çapemeniyê ya li parlamentoyê de got: "Ez gefên Serokê Amerîkayê şermezar dikim. Sibê dibe ku Serokê Rûsyayê jî gefan bixwe. Pir aciz im ku dewletê mezin li vê derê hespê xwe dibezînin. Tiştê divê em bikin  weke gelê Tirkiye û Sûriyê em çareseriyeke peyda bikin."

Li ser vê daxuyaniya xwe, Paylan rastî gelek bertekên tund ên Kurdan hat ku çima ku bi dengên Kurdan ketiye parlamentoyê û Trumpî ku di wê twîta xwe de Kurd parastin, şermezar dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin