PAKa Batmanê 4 şehîdên tepingê bibîr anîn

PAKa Batmanê 4 şehîdên tepingê bibîr anîn

4 cangoriyên tepingê ku di sala 2010an de canê xwe jidest dabûn Parêzer Sedat Özevin û 3 birayên Özdemiran li ser gorên wan hatin bibîranîn. Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê jî beşdarî merasîma wan bû.

A+A-

Di 31ê Tîrmeha 2010an de Serokê Berê yê Baroya Batmanê Parêzer Sedat Özevin, Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) yê Berê Sadi Özdemir, Sekreterê Giştî yê Berê yê HADEPa Batmanê Salih Özdemir û birayê wî Sıddık Özdemir, li Çiyayê Ramanê ku bi armanca vemirandina şewatê ketibûn rê, ji ber teqîna tepingê can dabûn.

Di 8emîn salvegera şehadeta wan de Sedat Özevîn û hersê birayên Özdemiran bi organîzasyona İHDya Batmanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 

Şaxa Batmanê ya PAKê jî bi şandeyekê beşdarî merasîma bîranînê bû.

Li ser gora Özevînî piştî xwendina diayan kurê Sedat Özevînî Kendal Özevîn axivî. Kendal Özevin, hestiyariyên xwe anî zimên û got "Bavê min bo min îdolek e û em ê tim di şopa wî de di rêya wî de bimeşin." û sipasî li beşdarvanan kir.

Serokê İHDê Devran Yılıldız jî di axaftina xwe de got "Em van mafparêzên ku rêya me ronî dikin wê jibîr nekin. Ew di têkoşîna me ya bênavber a li dijî şer û tepingê de rêşanên me ne."

Serokê PAKê ÖZDEMİR: Em 'Dewrêşên Aştiyê' bi giramî bibîr tînin

Serokê PAKa Batmanê Aziz Ödemir jî axaftineke bi kurdî kir. Özdemir got bi salan dostaniyeke me digel cangoriyan bû û timû daîm enerjiyeke erênî didan derûdoran. Özdemir got "Sekneke wan a dewrêşane bo aştiyê hebû. Em van 'dewrêşên aştiyê' bi giramî bibîr tînin.

İHD: Divê vegerin pêvajoya aştiyê

Li ser gora sê birayên Sadi, Salih û Sıddık Özdemir belavoka İHDê hate xwendin. Di belavokê de wisa hat gotin:

"Mixabin li ser erdnîgariya ku em lê dijîn 34 sal in pêvajoya şerî heye. Ji ber vê pêvajoya şerî em jan û xemgîniya windakirina bi 10 hezaran mirovên xwe dijîn ku weke van 4 hevrêyen me, di vî şerî de can dan. Digel van serpêhatiyan ji bo ev mirin û kuşin cardin neyên jiyîn, jî bo rawestandina vî şerê ku bi salan e tê domandin bo ku cardin vegerin pêvajoya aştiyê, em bangî herkesî dikin li dijî vî şerî rawestin. Em li hember hevrêyên xwe serê xwe ditewînin."

Di bîranînê de Serokê HDPê Nizamettin Toğuç û Parlamenterê Batmanê Dr. Necdet İpekyüz jî axaftinên bi kurdî kir û hestiyariyên xwe anîn zimên.

Li ser navê malbatê, Sabri Özdemir bi kurtasî behsa bûyerê kir û got ew li dijî şer û tepingan bênavber tekoşîna xwe bidomînin."

teping-1.jpgteping-2.jpgteping-3.jpgteping-4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin