PAK û PSK li Danîmarkayê derîyên dîplomasîyê lêxistin

PAK û PSK li Danîmarkayê derîyên dîplomasîyê lêxistin

Heyetek ji Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) îro (25.11.2019) li Parlamentoya Danîmark civînek li gel endamê parlamento yê Partîya Sosyaldemokrat, Lars Aslan Rasmussen pêk anîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Heyetekî ji Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê-PSK ê pêkhatî di derbarê doza girtina partîyên xwe ya ji alîyê dewleta Tirkîyê ve, li Danîmarkayê pêşî bi partîyên Kurdistanî re di 24.11.2019 de, ji bo agahdarîya qonaxa ku doz gihiştîyê civînekî agahdarîyê pêk anîn. Roja duhem jî 25.11.2019 de bi sîyasetmedarên Danîmarkî re hevdîtinan pêkanîn.

Heyetekî ji Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê-PSK pêkhatî li Danîmarkayê roja 24.11.2019 di derbarê doza girtina li hember partîn xwe PSK û PAKê (ku ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve li hemberên partîyên wana hatîye vekirinê) bi partîyên sîyasî yên Kurdîstanî re civînekî agahdarîyê pêk anîn. Heman heyet di 25.11.2019 de jî li parlamentoya Danîmarka bi parlamenter Lars Aslan Rasmusen a parlamenterê Partîya Sosyaldemokrat ya berpirsê Yekîtîya Ewropa re, bi taybetî di derbarê qonaxa ku doz gihîştîyê û bi giştî rewşa Kurdistanê û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê ya li hember gel û neteweya Kurdistanê gotûbêjekî germ û bi berhem hate kirinê.

Birêz Rasmusen ku parlamentarê Sosyademokratan ku niha îxtidare dupat kir ku ewê van têbinîyên heyetê hem bigihîjîne partîya xwe û hem jî Yekîtîya Ewropa yê.

 

Piştê hevdîtina bi L.A. Rasmusen, heyet derbazê Wezareta Derve ya Danîmarka bû. Li wê berpirsê maseya dewletên cînarên Tirkîyeyê û berpirsê maseya Tirkîyeyê yê Danîmarkayê pêşwazî li heyetê kirin û di nava herdû heyetan de danûstandinekî têgihîştî pêk hat. Di hevdîtinê de heyeta PAK û PSK yê behsa doza girtina partîyên xwe û herwiha bi giştî behsa rewşa dawî ya li Kurdistanê, herêm û kiryarên dewleta Tirkîyeyê kirin. Ji wana li hember van kiryarên dewleta Tirkîyeyê helwest û alîkarî xwestin.

Û nameya herdû serkên PAK û PSK Mustafa Ozçelik û Mesut Tek ya bi Îngilîzî pêşkêşê heyeta Danîmarka yê kirin.

Heyeta PSK û PAKê dê îro 26.11.2019 jî bi heman mebestî li parlamentoya Danîmarkayê bi parlamentarê Partîya Sosyalîst ya Gel-SF re jî bicivin..

Rûpela Nû/Danîmarka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin