PAK û PSK: Armanca me a sereke “mafê çarenivîsa miletê Kurd e”

PAK û PSK: Armanca me a sereke “mafê çarenivîsa miletê Kurd e”

Serokê Giştî yê Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li ser hevkarîya di navbera herdu partiyan de û hewldanên yekbûna PAK û PSKê axavin.

A+A-

MAŞALLAH DEKAK-RUDAW

Serokê Giştî yê Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li Amadê beşdarî bernameya Rûdawê ya “Taştê” bûn û li ser hevkarîya di navbera herdu partiyan de û hewldanên yekbûna PAK û PSKê axavin.

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk dibêje ku ew amade ne li ser xalên neteweyî û demokratîk ligel her partîyeke Kurdistanî bibin yek, an jî eniyeke ava bikin.

Mistefa Ozçelîk wiha got: “Ji damezrandina PAKê heta îro em bi zelalî dibêjin ku ew alî û partîyên wek bername, siyaset û rêbaz nêzîkî hev bin divê di nav yek partîyê de cih bigrin. Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi partîyeke azadîxwaz, millî, demokratîk û Kurdistanî heye. Li ser vê yekê me partîya xwe damezirand. Me ji sala 2014an vir ve ligel partîyên Kurdistanê gelek karên hevbeş meşandin, lê her diçû hinek ji wan berê xwe dan cihên din. Niha em û PSK mane ku xebatên xwe bi hevbeşî dimeşînin.”

Ozçelîk da zanîn ku wan ji bo partîya xwe ligel PSKê bikin yek hinek xebat kirine, lê alîyê PSKê hêj biryara xwe zelal nekirîye û ew di navxwe de mijarê gotûbêj dikin û wiha pê de çû: “Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê bi zelalî dibêjin ne navê partîya me û ne jî navê serokê partîya me ne xeta sor e ku em ligel alîyeke din bibin yek. Em amade ne ligel PSK û partîyên din ên nêzîkî me bibin yek.”

Derbarê yekîtîya partîyên Bakurê Kurdistanê de Ozçelîk dibêje: “Em niha li Bakurê Kurdistanê nikarin hemû partîyan bikin yek û jixwe nerast e jî. Em weke PAK dibêjin ku partîyên îslamî yên Kurdistanî dikarin di nava xwe de bibin yek, partîyên sosyalîst û komunîst jî di nav xwe de û partîyên neteweyî û demokrat jî di nav xwe de dikarin bibin yek. Em xwe weke partîyeke neteweyî, demokrat û Kurdistanî bi nav dikin. Di nav me de kesên sekûler û yên dindar jî dikarin cih bigrin. Em xwe wek partîyeke sosyalîst, komunîst an dindar nabînin. Em dikarin hevkarîyê hev bikin, lê heyf e em ew aliyên nêzîkî hev di nav dikanên biçûk de enerjîya xwe xerc bikin, ev lûksa me nîne.”

Serokê PAKê dîyar kir ku armanca wan a sereke “mafê çarenivîsa miletê Kurd e” û ew jî di çarçoveya sistema federalî, konfederal an jî serxwebûnê de dikare were pêkanîn, lê li gor mercên îro çareserîya herî guncav sistema fedaralî ye.

Li ser mijara yekîtîya PSK û PAKê Bayram Bozyel jî wiha axivî: “Pirsa yekîtîyê pirseke stratejîk e. Ji ber ku mesela Kurd meseleyeke milî ye, ev mesele bê hevgirtin çênabe. Ev xebatên me yên hevbeş ligel PAKê ji vê sîyasetê der tê. Pêwîstî heye ku alîyên Kurd li hemberî dijminên xwe hêzên xwe bikin. Armanca me ya sereke ew e ku divê îro em bikaribin di siyaseta Kurd û xeta neteweyî de navnîşaneke xort pêk bînin. Rêyên wê yên cuda hene, em dikarin ligel partîyeke bibin yek an jî enîyekê ava bikin.”

Bayram Bozyel da xuyandin ku ew ligel PAKê mîna yek partîyekê kar dikin hema hema piranîya xebatên wan hevbeş in û got: “Siyaset tenê bi rêyeke nameşe ya me jî ev rê ye. Me niha navber dane hewldanên em bi PAKê re bibin yek partî.”

Weke çareserî bo pirsa Kurd, Bayram Bozyel dibêje partîyan wan ev 40 sal e heta niha di wê bawerîyê de dewletbûn û serxwebûn mafê gelê Kurd e, lê di mercên îro de çareserîya herî rasteqîne federasyon e.

Bozyel li ser mijara mafê zimanê dayîkê jî got: “Divê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermi û sereke û heta ku li bajarên Tirkîyê jî ligel zimanê Tirkî bibe zimanê duyemîn ê fermî.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin