PAK şaxa Batmanê du salîya referandumê pîroz kirin

PAK şaxa Batmanê du salîya referandumê pîroz kirin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) şaxa Batmanê bi boneya duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê, hatin cem hev .

A+A-

PAK şaxa Batmanê du salîya referandumê pîroz kırın

Du sal berê, mehek û nîva berîya Referandûma 25ê Îlonê, Şaxeke Înîsîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê, li Batmanê jî hatibû damezirandin û xebat û libatên xwe bo eşkerekirina piştgirîya xelkê Batmanê bo Referandûma Serxwebûna Başûrê Welêt, heta roja Referandûmê domandin.

Bi boneya duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê, endamên Şaxa Batmanê ya Înîsîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê hatin cem hev .

Civîn bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê û bi xwendina Siruda Neteweyî  (Ey Reqîb) dest pê kir Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemirî bi xêr hatın da mêvana  daxuyanîya PAK ê xwend:

"Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, bi awayekî demokratîk li dar ket.

Beşdarîya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %92.73 bû.

Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derekî û navxweyî jî, bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me , herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya netewî bû jî.

Di duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeye gelê xwe dikin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeye Referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke netewî û xurt li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin; hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin, dezgehên nû ava bikin."

Paşî   endamên Înîsiyatîfa Batmanê û pişgirên Referandumê  bîr û rayên xwe di derheqê referandûmê û encamên wê de anîn zimên.

Ji endamên înîsîyatîfê Evîndar Tekin ji bo ku li derveyî bajêr bu bi mesajekê bêşdar bu .Di mesaja xwe de;

 "Helbet "Di dilê her kurdekî da Kurdistaneke azad heye"

2 salan berîya îro bi rêjeyeka bilind niştecihên Başûrê dilê me, ji serxwebûnê ra gotin BELÊ.

Rûdanên ku piştî referandûmê qewimîn û gelek destkeftîyan ji dest birin helbet cihê nîqaşê ne, bes digel vê rastîyê jî a girîng ev e ku li seranserê cîhanê li ser her babetekê, referandûm mafekî rewa yê demokrat e û heqê gelê kurd e jî.

Em wek Înîsîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê û ez weke endameke wê înîsîyatîfê û kurdeke serxwebûn û azadîxwaz, di 2yemîn salvegera referandûma serxwebûnê da îradeya gelê Herêma Kurdistanê silav dikim û bo her çar perçeyên welêt azadîyê dixwazim.

Bi hêvîya Kurdistaneke mezin û azad."

Mamosta Aydin jî got:Em qet bê hêvî nebin.Em karibin mala xwe bikin Kurdistan. Tovê Kurdistana serbixwe di mala xwe de biçinin. Hetta welatekî te yê azad û serbixwe tunne be tu nikarê behsa demokrasîyeke kamil bikî. Sibê dema dewleteke Kurdan çê be ev dewletên dijberîya avabûna dewleta kurd dikin, ewê ji bo berjewendîya xwe tekîltîya cinartîyeke tekuz bikin. Lewma divê kurd jî sîyaseta xwe li gora vê  rastîyê bimeşînin.”

Seydayê Gurdîlî (Mele Emeddin Yetiz) Helbestek bi navê “Serkeftine Referanduma Başurê Kurdistanê “Xwend û hest û ramanên xwe pêşkeşî beşdaran kir.

Bername bi pirs û bersivan û sohbeteke xweş û berhemdar bi dawî bu.

25.09.2019

PAK Şaxa Batmanê

 

whatsapp-image-2019-09-25-at-15-57-22.jpeg

whatsapp-image-2019-09-25-at-15-57-23.jpeg

whatsapp-image-2019-09-25-at-15-57-25.jpeg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin