PAK: Me qetlîama Robozkê ji bîr nekiriyê û em ê ji bîr nekin

PAK: Me qetlîama Robozkê ji bîr nekiriyê û em ê ji bîr nekin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 7emîn salvegera komkujiya Roboskiyê daxuyaniyek belav kir û got "Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike."

A+A-

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî şandin de wisa hat gotin:

"Şeva 28.12.2011an li Robozkê 34 Kurdên ku piranîiya wan zarok û ciwanên bûn,  bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkiyeyê hatin qetilkirin.

7 sal li ser qetlîama Robozkê yê derbas bû.

Ev qetlîama ku Dewleta Tirkiyeyê kiriye hîna jî  weke ''faîlî maçhûl'' maye.

Dewleta Tirkiyeyê, hem kiryardara vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbaniyên qetlîamê sûcdar dike.

Dewletên cîhanê li himber vê qetlîamê, hîna jî weke kerr û koran tevdigerin, temaşe dikin.

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne  ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkiyeyê ve hate lidarxistin ji bîr nekiriye. Em vê qetlîamê careke din jî şermezar dikin.

Em şehîdên  Robozkê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be."

1-015.jpg2-018.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin