PAK: Em xwe wek şirîkê êşa Êzidiyan dibînin

PAK: Em xwe wek şirîkê êşa Êzidiyan dibînin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 4emîn salvegera jenosîda kurdên Êzidî li Şingalê peyamek belav kir. Di peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî belavkirin de wisa hat gotin:

A+A-

"Di 4emîn salvegera Jenosîda Şingalê de em şehîdên xwe bi giramî bibîr tînin û qesas û piştgirên wan rûreş dikin

Îro 4emîn salvegera jenosîda Kurdên Êzidîyên Şingalê ye.

 

Di roja 3yê tebaxa 2014an de rêxistina terorî ya hov DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kiribû, bi hezaran jin û zarokên Ezidî jî revandibû.

 

Di roja 31ê Cotmeha 2015an de bi serpereştiya Serok Barzanî hewla rizgarkirina Şingalê destpê kir û di roja 13yê Mijdara 2015an de Şingal ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.


Lê mixabin piştî ku di roja 16yê Cotmeha 2017an de Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî ve hate dagirkirin, Şingal jî ji aliyê Heşda Şahbî û artêşa Iraqê ve hate dagirkirin.


Belê birîna Şingalê hîna jî nehatiye pêçan. Hîna jî bi hezaran jin û zarokên kurdên Êzidî di destê DAIŞê de êsîr in. Hîna jî Şingal ne di bin îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.


Kewandina birîna Şingalê û ya xwişk û birayên me yên kurdên Êzidî, wazîfeyeke dîrokî û netewî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya hemû kurd û Kurdistaniyan e. Herwiha ev wazîfe weke wazîfeyeke mirovahiyê li ser milên Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû dezgeh û aliyên navnetewî ye jî.


Şingal perçeyeke ji axa Kurdistanê ye û di Referandûma Serxwebûnê de gelê me yê Şingalê bi nîsbeyeke ku ji %90î zêdetir ji serxwebûnê re gotiye "ERÊ". Ji ber vê yekê jî divê Şingal vegere ser îdareye Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Divê ji bo kewandina birîna Şingalê û ya hemû xwişk û birayên me yên kurdên Êzidî, bernameyeke taybet bê danîn. Ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞê de êsîr in, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê hemû îmkanên xwe seferber bikin. Divê gelê Şingalê di bin îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi rêveberiyeke taybet ya mehelî, xwe bixwe îdare bike.


Em di çaremîn salvegera jenosîda Şingalê de, wê DAIşa ku gele me qir kiriye, jin û zarokên me revandine ligel piştgirên wê careke din jî rûreş dikin. Em xwe şirîkê hemû êş û birînên xwişk û biryayên xwe yên kurdên Êzidî dibînin. 03.08.2018


Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin