PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi giramî bibîr tînin

PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi giramî bibîr tînin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 35emîn salvegera Enfala Barzaniyan peyamek weşand. Di peyamê de qesasên Enfala Barzaniyan hate rûreşkirin û 8000 şehîd hatin bibîranîn.

A+A-

Di peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ve hatî weşandin de wisa hat gotin:

"Em 8000 şehîdên Enfala Barzaniyan bi giramî bibîr tînin

Di roja 31ê tîrmeha 1983an li dijî e Barzanîyan Enfal hate li dar xistin. 8 Hezar mêrên ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Seddam , ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Kuştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û  li kampên Kudus û Kadisiye heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 35 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.

Em di 35emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.31.07.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin