PAK bo hilbijartinê pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir

PAK bo hilbijartinê pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta hilbijartina Herêma Kurdistanê peyamek weşand û gelê Başûrê Kurdistanê, herwiha bo serkeftina partiya wî Serok Mesûd Barzanî pîroz kir

A+A-

Di peyama ji aliyê buroya çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de hat gotin ku hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê nîşana demokrasiyê ye û gelê kurd hate pîrozkirin.

Di peyamê de herwiha hat gotin "Li gel hemû plan û zextên dijwar yên xêrnexwazên Kurdistanê û li gel hemû kêmayî û xeletîyên nevxweyî jî, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dar ket û ev yek nîşana îradeya parastina demokrasîyê ye. Di hilbijartinan de beşdarbûn jî, beşdarnebûn jî mafekî demokratîk e. Em ji ber lidarxistina hilbijartinê, gelê xwe û hemû partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûne pîroz dikin. PDK weke partiya yekemîn bi ser ketiye, em Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû endam û rêvebirên PDKyê pîroz dikin. "

Herwiha hat gotin hilbijartin careke din nîşan dide ku Herêma Kurdistanê ji dewletên Rojhilata Navîn zêdetir li prensîbên demokrasî û azadiyê xwedî derdikeve û hemû pekhateyên etnîk û olî li parlamentoyê de cih digirin. 

Daxuyanî wisa berdewam kir:

"Aşkere ye ku li gorî hilbijartinên 2013an û li gorî beşdarîya referandûma serxwebûnê, rêjeya beşdariya hilbijartinê kêmtir bûye.

Em hêvî dikin  hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ji kêmbûna rêjeya beşdarbûna  hilbijartinan encamên maqûl, zanistî, rasteqîn û bêalî  derxînin." 

 

Di peyama ku ji Rûpela Nû re jî hatî şandin de wisa hat gotin:

"Hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê nîşana demokrasîyê ye, em gelê xwe pîroz dikin

Li gel hemû plan û zextên dijwar yên xêrnexwazên Kurdistanê û li gel hemû kêmayî û xeletîyên nevxweyî jî, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 30.09.2018an de bi beşdarîya ji %57.96ê gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dar ket . 

Li dar ketina hilbijartinan, nîşana îradeya parastina demokrasîyê ye. Di hilbijartinan de beşdarbûn jî, beşdarnebûn jî mafekî demokratîk e. Em ji ber li dar xistina hilbijartinê, gelê xwe û hemû partîyên ku beşdarî hilbijartinê bûne pîroz dikin. PDK weke partîya yekemîn biserketîye, em Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû endam û rêvebirên PDKyê pîroz dikin . 

Em rêzê li helwesta gelê me yê ku beşdarî hilbijartinan nebûne jî digirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, careke din nîşan dide ku, Herêma Kurdistanê  ji piranîya dewletên Rojhilata Navîn zêdetir li prensîb û pêwîstîyên demokrasî û azadîyê xwedî derdikeve û bicîh tîne. Li gel hemû  kêmasî û xeletîyên heyî jî,  hemû reng û pêkhateyên li Kurdistanê dijin, bi nasnameyên xwe yên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî  sîyasî û fikrî  beşdarî hilbijartinan bûne û piranîya wan jî di parlamentoyê de cîh girtine. 

Aşkere ye ku li gorî hilbijartinên 2013an û li gorî beşdarîya referandûma serxwebûnê , rêjeya beşdarîya hilbijartinê kêmtir bûye.

Em hêvî dikin  hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ji kêmbûna rêjeya beşdarbûna  hilbijartinan encamên maqûl, zanistî, rasteqîn û bêalî  derxînin. 

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji bo xwedî lê derketina maf û destkeftîyên federalî, destûrî  yên Herêma Kurdistanê  û ji bo xwedî lê derketina encamên referandûma serxwebûnê bi hişmendîyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtî bin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji bo çareser kirina pirsgirêkên aborî, civakî, îdarî û ji bo pêşde birina  edaleta civakî, azadîya ramanî, perwerdeyeke netewî, niştimanî û hevdem, birêxistin kirina  civateke sivîl û ji bo baş kirina rewşa aborî ya gelê me , bi hişmendiyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtî bin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji bo damezrandin, xurt kirin, yek kirin û modernîze kirina hemû dezgehên dewletbûnê, bi hişmendiyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtî bin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê , di meşa serxwebûn, azadî û demokrasîya li  Başûrê Kurdistanê de qonaxeke girîng e. Divê îtîrazên maqûl yên li ser xeletî, neheqî û kêmayîyên hilbijartinê bêne çareser kirin û divê hemû kes rêzê li van encaman bigirin. Herweha  ji bo ku ev encam bibin destpêka lixweveger û vejîn û geşepêdaneke nû, divê her alî bi berpirsyarîyeke netewî û dîrokî tevbigere. 02.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin