PAK: Berxwedana Pirdê nîşana îradeya xwedîlêderketina destkeftiyên federe yên Herêma Kurdistanê bû

PAK: Berxwedana Pirdê nîşana îradeya xwedîlêderketina destkeftiyên federe yên Herêma Kurdistanê bû

PAKê bi daxuyaniyekê berxwedana Pirdê bi bîr anî û got: Berxwedana Pirdê, xwedîlêderketina destkeftiyên federe yên Başûrê Kurdistanê bû, xwedîlêderketina pêşroja gelê Kurdistanê û îradeya referandûma serxwebûnê bû.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê, bi hilkefta yekemîn salvegera wê de, Berxwedana Pirdê bi bîr anî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî Rûpela Nû de wisa hat gotin:

"Piştî di 16ê Cotmeha 2017an de Kerkûk careke din hate dagirkirin, di roja 20ê Cotmehê de Heşdî Şahbî êrîş bir ser Pirdê û xwest here Hewlêrê dagir bike, xwest dawî li Sîstema Federalî bîne. Lê fermandar û pêşmergeyên qehreman bi berxwedaneke birûmet, ev êrîş şikand. Berxwedana Pirdê, xwedîlêderketina destkeftiyên federe yên li Başûrê Kurdistanê bû, xwedîlêderketina pêşeroja gelê Kurdistanê û îradeya referandûma serxwebûnê bû.

Berxwedana Pirdê hemû plan û startejiyên xêrnexwazên Kurdistanê têk birine.

Piştî Berxwedana Pirdê, du kilîdên mezin ketiye destê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.

Kilîda yekemîn ji %93yê ‘’belê’’ ya referandûma serxwebûnê ye.

Kilîda duyemîn jî ev e ku , êdî ji dewletên cîhanê re ji xeynî parastina destûra federalî ya Iraqê û ji xeynî parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê yên federalî tu rêyeke din nemaye. Dewletên cîhanê bêyî şik divê bibin garantorê vê destûra federalî. Ev jî kilîdeke xurt dixe destê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.

Di yekemîn salvegera Berxwedana Pirdê de, em hemû fermandar û pêşmergeyên qehreman ên ji Başûr û Rojhilata Kurdistanê, yên ku di wê berxwedanê de cih girtine careke din pîroz dikin. Şehîdên xwe jî em bi giramî bibîr tînin.

Em di yekemîn salvegera Berxwedana Pirdê de, bangî hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dikin da ku li ser bingeha hişmendiyeke netewî û niştimanî, li destkeftiyên federalî yên Herêma Kurdistanê û li îradeya referandûma serxwebûnê xwedî derkevin.

20.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin