Özçelik: Tifaqa Kurdistanî wê bidome

Özçelik: Tifaqa Kurdistanî wê bidome

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik beşdarî bernameya BasîRoj bû. Özçelik rojeva hilbijartina 24ê Hezîranê nirxand.

A+A-

Ozçelik diyar kir ku, girêdayî nêzîkahiya rastiya Kurd, ti cudahî di navbeyna Hevpeymaniya Cumhur (Hevpeymaniya AK Partî, MHP û BBP) û Hevpeymaniya Millet de (CHP, IYI Parti û Saadet Partisi) nîne. Her du alî jî, bi helwestek nîjadperest û siyaseta fermî ya 95 salan xwe nêzîkî pirsa Kurd/Kurdistanê dikin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê, pêkanîna Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî ya di navbera 5 partiyên Kurdistanî de, destkeftiyek berçav a tevgera Kurdistanê binav kir. Ev yek wekî daxwaza raya giştî ya Kurd jî nasand. Herwiha diyar kir ku, helwêsta Tifaqê ya hevpeymaniyê ligel hemû aliyên Kurdistanî û HDP û HUDA-PARê erêniyek ji raya giştî ya Kurd dît. Ozçelik got: HUDA-PAR herçend di hevdîtina aliyan de nêzîkahî ji bo hevdîtinê nîşan da jî, heta roja îro bi nivîskî ti bersîv nedeyae Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî. Ji aliyê xwe ve HDP di roja yekem de hevpeymanî ligel Tifaqa Kurdistanî pejirand. Hevseroka HDP Perwîn Buldan di konferansa rojnamevanî ya piştî hevdîtina wan de anî ziman ku: daxwazên Tifaqê, daxwazên wan in jî. Di vê çarçoveyê de çendîn rojan xebatên dualî ji bo pêkanîna hevpeymaniyê liser bîngehê – prensibên siyasî, prensibên xebata hevbeş û temsiliyet…

Ozçelik: “Tifaqê ligel HDP li ser deklarasyonekê lihev kir. Bere navê wê: Tifaqa Kurdistanê ya demokratîk a jib o hilbijartinan be. Me bi erênî pejirand, liser 6 xalan me lihevkir. HDP qebûl kir. Paşî gava roja danezana xwe ya hilbijartinê ragihand, qet ne behsa Tifaqê û ne jî wan xalên me bi hevûdu pejirandî kir”.

Ozçelik di dawiyê de anî ziman: Tifaqa Kurdistanî dê domdar be û ligor hêviyên gelê Kurd tevbigere…

Ji bo vîdyoyê: http://www.kurdistan24.net/ku/news/1cd75abb-3897-4673-8cfb-4b0d16cd31b8

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin