Operasyona Rojhilata Firatê bû sebeba jikardûrxistina 2 fermandeyan

Operasyona Rojhilata Firatê bû sebeba jikardûrxistina 2 fermandeyan

îdia ev e ku du fermandeyên pilebilind yên artêşa Tirkiyê, ku şerê “Mertala Firat” û Efrînê dabûn meşandin, ji ber ku li dijî operasyona rojhilata Firatê derketine, ji kar hatine dûrxistin!

A+A-

Çend roj berê, artêşa Tirkiyê fermandeyê hêza duyemîn a artêşê Îsmaîl Metîn Temel û fermandeyê hêza çaremîn a komandoya artêşê Mustafa Barût ji kar dûr xistibûn û ew kişandibûn Enqerê. Temel û Barût, fermandeyên şerê Mertala Firat û şerê Efrînê jî bûn.

Vê guhertinê bala gelek kesan kişandibû, hinekan jî wek şokekê nirxandibûn. Ji ber wê jî rojnamevanê tirk û nivîskarê rojnameya Sozcuyê, Denîz Zeyrek li ser dûrxistina wan fermandeyan gotiye, ew fermandeyên han li dijî operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê derketibûn, ji ber wê jî ji kar hatin dûrxistin.

Denîz Zeyrek daye zanîn, Temel û Barût û yên ku mîna wan hizir dikin, gotibûn ku gefa li rojhilatê Firatê ne mîna gefa Mertala Firat û Efrînê ye, ji ber ku Amerîka li pişta wan û çek û cebilxaneya wan jî gelek e her wiha perwerdekirî ne jî. Li aliyekî din Amerîka û Rûsyayê, weke operasyonên berê helwesteke zelal nîşan nadin û herwiha rewşa hewayê jî bo operasyoneke bi armanca bi kêmtirîn ziyanekê pêk were jî ne guncaw e.

Ji ber wê jî ev operasyon dê ziyanek mezin li Tirkiyê bide.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin