Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê li Hewlêrê nûnertiyê vedike

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê li Hewlêrê nûnertiyê vedike

.

A+A-

Hat ragihandin ku Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) amadekariyan dike ku li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlerê nûnertiya xwe veke.

Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), piştî serdanên Herêma Kurdistanê biryar da îsal nûnertiya xwe li Hewlêrê veke û bi odeyên pîşesaziyê yên Herêma Kurdistanê re beşdarî pêşengehên hevbeş bibin. 

Şanda DTSOyê li Hewlêrê bi konsolê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay re hevdîtin pêk anî û Karaçay jî diyar kir ku vekirina nûnertiya DTSOyê gaveke girîng e û wê alîkariyeke mezin bide pêwendiyên bazirganî.

Cîgirê Serokê Giştî yê DTSOyê Erdal Avşar jî di hevdîtinê de bal kişandiye ser bihêzkirina hevkariya bazirganî û diyar kiriye, ew dî bilez dest bi xebatên beşdariya fûarên sala 2021ê bikin.

Hat zanîn ku şanda DTSOyê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê serdana sazî û dezgehên pîşesaziyê kiriye û ew vexwendine fûara Çandiniyê ya Diyarbekirê ku di navbera 30ê Adarê û 3yê Nîsana 2021ê de tê lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin