Ocalan: Bêalî bimînin!

Ocalan: Bêalî bimînin!

Ligor AAyê Ocalan bo hilbijartinên Stenbolê banga bêalîbûnê li HiDPê kir.

A+A-

Ligor AAyê Ocalan bo hilbijartinên Stenbolê banga bêalîbûnê li HiDPê kir.

 

Doç. Dr. Dr. Kemal Ozcan serdana Ocalan kir û nameya Ocalanê teslîmê parêzerên wî kir bi rojnamevanan ra parve kir.


Di nameya xwe da Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê bang li HDPê kir ku di hilbijartinên Stenbolê da bêalî bimîne.
Herwiha gotiye: "Feraseta îtîfaqa demokratîk a ku di HDPê da çêbûye divê ji bo nîqaşên hilbijartinê yên di rojevê de nekin alî û palpişt.Girîngiya îtifaqa demokratîk ew e ku xwe ji bo dîlemayan angaje neke, di helwesta xwe ya bêalî ya hilbijartinan da israrê bike."

 

Li aliyê din parêzereên Ocalan jî bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku ew dê sibehê derbarê hevdîtina dawî ya Ocalan da daxuyaniyekê bidin medyayê.
Di derbarê nameya ocalan de hevserokê giştî yê HDPê Sezaî Temeli da xuyan:” Me di 31ê adarê de parêzvaniya dengên xwe kir û demokrasî kar kir” îro jî ji bo îradeya gel û demokrasiyê em ê dîsa biçin ser sindoqan. Em ê dengên xwe ji bo îradeya gel û demokrasiyê bi kar bihînin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin