NY: Heta niha jî destdirêjî li jinan wek çekekê tê bikaranîn!

NY: Heta niha jî destdirêjî li jinan wek çekekê tê bikaranîn!

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ragihand, heta niha jî destdirêjî li jinan wek çekekê di şeran de tê bikaranîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, bi helkefta 25 Mijdarê, roja cîhanî ya nehîştina tundîyê li hember jinan, li ser twîttera xwe peyamek belav kir.

Antonio Guterres di peyama xwe de bang li her kes, dezgeh, rêxistin, dewlet û civaka sivîl li seranserî cîhanê kirîye bo nehîştina tundîyê li hember jinan û keçan xebatek micidi bikin.

Guterres her wiha gotîye, NY jî bo nehîştina her cure tundîya li dijî jinan û  keçan de, çi ji dest tê, dike û dê li ser wê yekê jî berdewam be.

Sekreterê giştî yê NY daye zanîn, heta niha jî di şeran de destdirêjî li jinan wek çekekê tê bikaranîn. Ev jî ji ber wê yekê ku di hêz û deshilatê de hevsengî nîne.

Li gorî amara ku ji alîyê NY ve hatîye belavkirin, li cîhanê 750 milyon keç berîya temenê 18 salî şû kirine, 200 milyon keç û jin jî hatine sinetkirin. Ji her sê jinan jî jinek rastî tundîya fîzîkî û cinsî hatîye.

Li gorî amara han, tenê sala 2017 herî kêm 85 hezar keç û jin li cîhanê hatine kuştin ku %58 wan ji alîyê endamên malbatên wan ve hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin