NY: Di Cotmehê de 174 Iraqî bûne qurbanî

NY: Di Cotmehê de 174 Iraqî bûne qurbanî

Netewên Yekgirtî ragihand, ku di meha Cotmeha îsal de ji ber bûyerên tundûtîjiyê, êrîşên terorî û nakokiyên çekdarî, li Iraqê 69 kes hatine kuştin û 105 kes jî birîndar bûne.

A+A-

Netewên Yekgirtî di beyannameyekê de hejmara kuştî û birîndarên ku di encama bûyerên tundûtîjiyê de li Iraqê hatine kuştin û birîndar bûne, aşkere kir.

 

Netewên Yekgirtî da xuyakirin: “Li gorî wan daneyên ku Nûneratiya Netewên Yekgirtî ya bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) tomar kirine, di meha Cotmeha bihorî de, di encama bûyerên tundûtîjiyê, êrîşên terorî û nakokiyên çekdarî, li Iraqê 69 kes hatine kuştin û 105 kesên din jî birîndar bûne.”

 

Di beyannameya NY de hatiye, ku “tîmên asayîşê, polîsê berevaniya şaristaniyê û fermanberên ku hatine kuştin û birîndarkirin jî di nava vê hejmara qurbaniyan de cih digirin.”

Li gorî heman beyannameyê, ji wê roja ku Nûneratiya Netewên Yekgirtî ya bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) di Mijdara 2012ê de li Iraqê dest bi kar bûye, ew hejmar kêmtirîn hejmara qurbaniyan di heyama meheê de ye, ku hatiye tomarkirin.

 

 Berpirsê UNAMI û şanderê Netewên Yekgirtî li Iraqê, Jan Kubis diyar kir: “Ji wê roja ku Nûneratiya Netewên Yekgirtî ya bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) di Mijdara 2012ê de li Iraqê dest bi kar bûye, ew hejmar kêmtirîn hejmara qurbaniyan di heyama mehekê de ye, ku hatiye ragihandin. Ev yek jî nîşaneyeke erênî ye û derdixe holê ku Iraq pile bi pile ji bazneya tundûtîjiyê derdikeve.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin