New York Times: Berpirsiyariya kuştina Kaşıkçıyî bixin sitûyê endamê îstîxbaratê Assîrî

New York Times: Berpirsiyariya kuştina Kaşıkçıyî bixin sitûyê endamê îstîxbaratê Assîrî

Rojnameya Emerîkî New York Times nivîsî ku Erebîstan xwe amade dike, berpirsiyariya kuştina Kaşıkçıyî bixe sitûyê peywirdarê îstîxbaratê û yek ji şêwirmendê Mihemed Bîn Salmanî General Ahmed el Assîrî.

A+A-

New York Timesê angaşteke nû di derbarê kuştina Cemal Kaşıkçıyî de kir. Rojname di nûçeya ku xwe dispêre 3 çavkaniyên ji plana Erebîstanê haydar in de tê gotin, rêvebiriya Siûdî xwe amade dike berpirsiyariya kuştina Kaşıkçıyî bixe sitûyê General Assirî ku pir nêzîkî Mihemed Bîn Salman e.

Li gor vê nûçeyê, rêvebiriya Siûdî dê bibêjin, 'Assîrî, ji Kral Salmanî bi devkî raye bo zeftkirina Kaşıkçıyî girtibû, lê wî ev raye şaş fahm kiriye û ji rayeya xwe derbas kiriye wî kuştiye.'

Herwiha rojnameyê diyar kir digel rayedarên Koşka Sipî re jî ev yek hatiye gotûbêjkirin û navê Assîrî jî hatiye dayîn.

Herwiha zavayê Trumpî Jared Kushner jî daxwaz ji Trumpî kiriye piştgiriyê bide Salmanî.

 

Li aliyekî din, di daxuyaniya ji bo rojnameya New York Timesê de, Serokê Amerîka eşkere kir, ku li gor zanyariyên gihiştine destê wî û piştî civîna ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ku serdana Siûdiyê û Tirkiyê kiribû, hemû nîşan didin xuyakirin, ku Xaşuqçî hatiye kuştin û berpirsên bilind ên Siûdiyê li pişt wî karî ne.

Donald Trump got jî: Doza Xaşuqçî pirsgirêkeke mezin ji siyaseta derve ya Amerîka re çêkiriye û tekez kir, ku sizayên kuştina Xaşuqçî, wê tund û giran bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin