Neteweyên Yekbûyî pîrozbahî li Barzanî kir

Neteweyên Yekbûyî pîrozbahî li Barzanî kir

Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis ji bo proseya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî serkeftî birêve çû, Serok Mesûd Barzanî pîroz kir.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî doh Dûşemê 1ê Cotmehê li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis kir.

 

Di civînê de Jan Kubis, xweşhaliya xwe bi birêveçûna hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê derbirî û pîrozbahiyê li Mesûd Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û ew proseya hilbijartinê bi serkeftî da zanîn.

 

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Mesûd Barzanî Jan Kubis herwiha rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê di hilbijartinê de wekî nîşaneya pêgihiştiya siyasiya xelkê Kurdistanê, nirxand û birêveçûna serkeftiya hilbijartinê jî wekî nîşaneyekî girîngê parastina bingehên demokrasiya li Herêma Kurdistanê de nasand.

 

Her li vê civînê de pêşhatên siyasî yên dawiyê ya li nav proseya siyasiya Iraqê û dirustkirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê ya li wê derbarê de nirxandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin