NEMZETÊN SERBIXWE YÊN AMEDÊ ÇÛN SERDANA BORSAYA BAZIRGANÎYÊ

NEMZETÊN SERBIXWE YÊN AMEDÊ ÇÛN SERDANA BORSAYA BAZIRGANÎYÊ

Îro bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, Namzetên Serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, çû serdana Borsaya Bazirganîyê.

A+A-

Xebatên hilbijartinê yên Namzetên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat didomin.

Îrıo jî şandeyek ji Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Saît Ayfoğmuş, yê Rezanê Hîdayet Fîdan, yê Peyasê Zekî Ekîncî û yê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner pêkhatî, ji alîyê Serokê Konseya Birêvebirinê ya Borsaya Bazirganîyê Engîn Yeşîl ve hat pêşwazîkirin. Endamê KBNyê yê PAKê Vahît Aba jî digel şandeyê bû.

Di hevdîtinê de Namzetê Serbixwe yê Amedê Saît Aydoğmuş behsa armanca sîyasî ya Tifaqê kir û got armanca me ya sîyasî ev e ku kurd, xwe bixwe birêve bibin û li bajarên kurdan, nasnameya kurdî geş bikin ku ji alîyê partîyên dewletê ve hatîye tunekirin û wisa pê de çû: "Sîyaseta HDPyê ya dûrî kurdan kir ku em pêvajoya xendekan bijîn. Ji ber vê jî em weke xeta sêyem ketine rê."

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Peyasê Zekî Ekîncî jî anî zimên ku gotarên serokomar bandor li herêmê dike û heke ew werin hilbijartin, ew ê vê hişmendîya heyî ji holê rakin û wisa pê de çû: "Hemû kiryarên rêvebirîyên berê li holê ne. Weke alternatîfa wan, em dengên we dixwazin. Namzetên ji bilî me giş ji derve ne, yek ji wan jî ne ji Amedê ye. Çima mirovek ji derve were bibe serokê şaredarîyê? Ma ji Amedê namzet peyda nekirin wan partîyan?"

Serokê Konseya Birêvebirinê ya Borsaya Bazirganîyê Engîn Yeşîl jî serkeftin ji namzetên serbixwe re xwest û got; "Daxwaz ev e ku kurd bibin yek. Dîsa îradeya gelî dê biryarê bide ku dengan bide namzetên ji derveyî Amedê an na.Ew jîwelatîyên vî welatî ne. Mixabin li Rojhilata Navîn, demkrasîyên nav partîyan welatan bi rê ve dibin. "

borsa2.jpgborsa3.jpgborsa4.jpgborsa6.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin