Nehîştin şagirdên Kurd kincên Kurdî li ber xwe bikin!

Nehîştin şagirdên Kurd kincên Kurdî li ber xwe bikin!

Rêveberiya perwerdeya bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, nehîşt şagirdên kurd yên ku di beşa govendê de li ser asta eyaletê bibûn yekem, kincên kurdî li ber xwe bikin!

A+A-

Rêveberiya perwerdeya bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, nehîşt şagirdên Kurd yên ku di beşa govendê de li ser asta eyaletê bibûn yekem, kincên Kurdî li ber bikin!

Çend roj berê festîval û pêşbirka lîstikên folklorîk û herêmî di navbera qutaxaneyan de û bi beşdariya tîmên gelek bajarên eyaleta Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.

Di wê festîvalê de, tîma govendê ya şagirdên bajarê Şino, ku ji 12 kesan pêk hatibû, bibû yekem û wek nûnera Ormiyê derbasî qonaxa fînalê bibû. Yariyên qonaxa fînalê ev çend roj in li bajarê Nîşabûr yê Îranê dest pê kirine.

Li gorî agahiyan, rêveberiya perwerdeya Ormiyê bi awayekî sosret ji endamên tîmê re dibêje, ji ber ku qaşo herêma “Azerbaycanê” (Ormiye) li Îranê li ser navê azeriyan tê naskirin, ji ber wê jî kincên kurdî li ber nekin, kincên azerî li ber bikin!

Ev reftara kirêt rastî nerazîbûna ferfireh ya kurdan hat, ji ber wê jî parêzgariya Ormiyê fermana lêkolîn û lêpirsînê derheqê wê yekê de daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin